Here naverokê

Agirê Jiyan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Koma Agirê Jiyan hat beralîkirin)
Konsereke Agirê Jiyan, li Stembolê (2009)

Agirê Jiyan yan jî bi navê berê Koma Agirê Jiyan komeke muzîka kurdî bû ku navbera salên 1992 û sala 2014an de xebatên xwe yên muzîkê meşandine.[1]

Agirê Jiyan wekî yek ji komên muzîkê ya NÇM a Stembolê bi navê "Koma Agirê Jiyan" dest bi xebatên xwe kiriye. Kom bi yekem albuma xwe yê bi navê Bêhna Adarê' hatine naskirin û piştre heta sala 2014an bi albumên bi sê albumên din ên wekê Helîn, De Were û Aştî xebatên xwe yê muzikê berdewam kirine.[1]

Koma Agirê Jiyan yek ji ew komên salên 90'iyan e ku hewl dan muzîka kurdî bi eslê xwe yê orîjînal bigihînin asteke nujên û populer. Ev kom ji aliyê endamên NÇMê ve di sala 1992an de hate damezirandin.

Kom di nava salên 1992 û 1996an de bi konser û sênahiyan xwe ji raya gitsî ya kurd re dane nasîn û pistî xebatên kûr û dirêj di sala 1996an de bi derxistina albuma 'Adarê' xwe ji gelê kurd re dane qebûlkirin.

Amadekariyên vê albumê - ku yekemîn albumê komê bû - 4 sal ajotibûn. Ev albûm ji niska ve rastî ecibandina gelek guhdarvanên kurd hat û kom bi vê serkeftinê li derveyî welêt û li her car perceyên Kurdistanê gelek bi nav û deng bû.

Êdî kom di sala 1999an de pistî xebatên berfireh duwemîn albûma xwe ya bi navê 'Helîn' derxistin. Digel pêvajoya ku ev albûm derket, kom bi awayeke xurt dest bi dayîna konserên mezin ên li hundir û derveyî welêt kirin. Di nava ew konseran de bêguman bi taybetî konserên li Şanoya Vekirî ya Mîmar Sînan a Edeneyê û Stadyûma Ataturk a Semsûrê ketin bîr a guhdarvanan. Her ciqas tengasî derketibin hemberî komê jî, ev kom hewl dabû ku ber xwe bidin.

  • Adarê (1996)
  • Hêlîn (1999)
  • De were (2006)
  • Aştî (2014)
  1. ^ a b "Koma Agirê Jiyan Biyografisi". Kürtçe Bilgi - KurtceBilgi.Com (bi tirkî). Roja gihiştinê 10 tebax 2024.