Koma Mizgîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Koma Mizgîn weke komeje muzîkê di sala 2000'î de di bastûra Dibistana Şehîd Sefkan de, li Qendîlê hate damezirandin. Berpirsê komê Rêzan Ardil bû. Kom ji gerîlayan pêk dihat. Gerîlayên weke Rûkên Dersim, Rohat Ciwan, Delîl Bilûrvan, Rojna Gimgim, Delîla Amed, Rojbîn Mardîn, Axîn Çelê, Tirêj Kobanî, Mazlûm Ûrmiye, Xebat Cansoz di komê de cih digirtin. Kom bi esasî ji 10 deh kesan ava dibû. Lê yên ku tevlî vê komê bûn nêzîkê 14 kesan bûn.

Vê komê nêzîkê 100 bestê saz kirine. Di nav vê xebatê de Muzîkal jî hebû. Muzîkala bi navê Vejîn-Zayîna Sêyem weke du beş hate çêkirin. Nivîskarê muzîkalê Nîzamettîn Akkurt bû. Wekî din jî nêzîkê 70 besteyên komê ji helbestên Nîzamettîn Akkurt pêk dihatin. Koma Mizgîn wekî din jî muzîka du fîlmên ku derhênerê wan Halîl Uysal bû pêk anî. Navê wan fîlmana Tîrêj û Eyna Bejnê bûn.

Her wiha komê him di nav gerîla de û him jî di nava gel de gelek konseran li dar xistine. Albûma komê bi navê Kilamên Gerîlla di Mîr Muzîk de derketiye.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]