Here naverokê

Koma Rewşen

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Koma Rewşen, komeke muzîka kurdî bû ku di salên 90an de ji aliyê du-sê ciwanên kurd ve li Edenêyê bi awayekê amator dest bi xebatên muzîkê kirine. Piştê demek xebatên muzîka amator kom bi navê Koma Rewşen di sala 1994an de tê damezirandin û albuma komê ya yekem bi alikariya Navenda Çanda Mezopotamyayê hatiye amade kirin û di sala 1998an de yekemîn albuma komê ya bi navê “Çiyaye Bezar” hatiye derxistin.[1] Yek ji endamên komê Bülent Turan (solîst, heta sala 1998an) û Harûn Ataman (solîst, ji sala 1998an pê ve) bû.[2]

Yekemîn albûm: 'Çiyayê Bezar'

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kom di dema damezirandinê de di çarçoveya Navenda Çanda Mezopotamya de yekemîn albuma xwe amade kir, û bi vê yekê di sala 1998an de yekemîn albuma komê ya bi navê 'Çiyayê Bezar' kete weşanê. Bi weşandina yekemîn albumê, solîstê komê yê bi navê Bülent Turan ji komê vediqete. Harun Ataman dikeve şûna wî û hê jî weke solîst dengê xwe dide komê. Kom hewl dide ku mijarên negotî yên civata kurd bîne ziman, digel hemû êş, hêrs û hêviyên gelê kurd.

Dûyem albûm: Asê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 2002an de albûma duyem ya bi navê 'Asê' tê kişandin.Ev albûm bi nasnameya xwe ya rockê tê nasîn. Taybetiya vê albumê ev e ku hema hema kilam giş ji aliyê komê hatine nivîsandin û aranje kirin. Bi vî havî kom Rocka kurdî, ya ku bi Koma Wetan ji hunera kurdî re hatibû qezenckirin, pêş dixe û tîne rewşeke nûjên.

Bi derxistina albûma 'Asê' kom serkeftineke mezin bi dest dixe û li gelek derên Tirkiye, Ewropa, Asya û Balkanê konseran dide. Serkeftina albûmê enerjiyeke xort dide komê, û kom ji bo amadekirina albûma sêyem di sala 2003an de dest bi xebatên xwe yên nû dike.

Koma Rewşen bi şoreşa xwe ya hunerî êdî dibe mînakek ji bo berxwedana hunerî. Kom her ku diçe kalîteya xwe ya muzîkî pêş dixe û Rocka kurdî tîne asteke profesyonel. Ewqas ku êdî navê komê dibe wek sembola nû ya rocka kurdî.

Sêyem albûm: Pola nû

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 2005an de kom dest bi kişandina albûma nû ya bi navê 'Pola Nû' dike. Ev albûma sêyem ji bo komê xwediyê wateyeke taybet e, ji ber ku di vê albûmê de hemû xebat (gotin û muzîk, aranje, xebatên enstruman û vokal) ji aliyê endamên komê ve hatine amadekirin. Xebatên albûmê di nava salekê de diqede.

  1. ^ "Koma Rewşen biyografisi". Last.fm (bi tirkî). Roja gihiştinê 11 tebax 2024.
  2. ^ "Harun ji Koma Rewşen: Hêvî û kelecan dikare muzîka kurdî nû bike".