Komkujiya Zergelê 2015

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Komkujiya Zergelê, bi navê Komkujiya li gundê Zergelê jî tê binavkirin, komkujiyek e ku hatî serê kurdan. Komkujiya Zergelê, balafirên şer ên artik di 1ê tebaxa 2015an de ku di saet 4ê sibehê bi bombebarana li ser gundê Zergelê (Qendîl, Başûrê Kurdistanê) re kir. Di vê bombardimanê de ser 10 kurdên sivîl re kurd hatibûn kuştin û biqasî 15 mirovan giran birîndar bûne. Rayadarên tirk, dema ku komkujî kiribûn, gotibûn ku "me çeperên PKKê bombebaran kir". Bi vî rengî jî, xwestibû ser wê binûxûmêne. Rêxistina afûyê jî, raporek li ser komkujiyê Zergelê amade kiribû û gotibû ku "yên ku hatine kuştin, hemû jî sivil in.[1]"

Partiya Kurd HDP´ê bo lêkolîna li ser komkujiya li gundê Zergelê pêşniyara komisyona lêkolîna komkujiya gundê Zergelê Kir.[2]". Lê ti deng ji meclisê jî derneket. Rayaderên tirk, derdiketin berçapameniyê, bo ku ser komkujiyê binûxûmênin, digotin ku ew cihê ku PKK´yî lê na. Lê çi rasthatin bû ku komkujiya Zergelê di seatên ku komiteya hikimeta tirk di pêşengiya Ferîdûn Sinîrlîoglu de ku bi rayaderên PDK´ê re hevdîtin dikir de ev komkuji tê kirin. Telewisyona alman ARD´ê di nûçeya xwe ya 9´ê tabaxa 2015´ê de dihanî ser ziman ku "Yên li Zergelê hatin kuştin eleqeya xwe bi PKKê re tinebûn" .[3]" .[4]

Partiya kurd HDP´ê heyetek avakir û şand cihê komkujiyê ku lêkolînê bikin. Heyetê raporek amede kir û di rapora xwe de hanî ser ziman ku "komkujiyeka ku rejima tirk haniya serê kurdên sivîl bi armanca çavtirsandinê ya" .[5]". Heteyê piştî gera xwe ya li başûrê kurdistanê û li qandilê li cihê ku lê komkuji hatiya kirin, rapora xwe ji raya giştî re ragihand. Kurdistaniyan jî ji çar aliyên kurdistanê û cihanê xwepêşandin li darxistin û komkuji şermazar kirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]