Korê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Tarîx[biguherîne]

Efsane[biguherîne]

Li ser damezirandina qiraltiya ewil ya Korêyê (Gojoseon = Joseona kevnar) efsane têne veguhêzîn ku têde tê gotin ku li sala 2333 B. Z.ê ji hêla Dangun Wanggeom (yan jî Tan'gun Wanggŏm; Korêyî: 단군왕검, Hanja: 檀君王儉) ve hatiye damezirandin û piştra jî ji hêla Gijayê ku ji xanedana Shangê ya Çînê hatibû Gija Joseon (yan jî Kija Josŏn; 기자조선, 箕子朝鮮) hatiye damezirandin.

Wiman Joseon[biguherîne]

Qiraltiya ewil ku hebûna xwa ji hêla arkeolojîk ve hatiye peyitandin Wimam Joseon (yan jî Wiman Chosŏn; 위만조선, 衛滿朝鮮; 194 B. Z. - 108 B. Z.) ji hêla Wimanê ku ji xanedana Yanê ya Çînê hatibû hatiye damezirandin. Li sala 108 B. Z. ji hêla împeratorê Han Wu ve hatiye tine kirin û li şûna wî di serî de navçeya Lelangê (樂浪郡 / 乐浪郡) çhar navçeyên Hanê hatine damezirandin.

Heyna Proto-Sisê-Qiraltiyan[biguherîne]

Dewletên Jinhan, Mahan û Byeonhan; bi demê ra ev dewlet ji holê rabûn û li ser axên Mahanê "Baekje", li ser axên Byeonhanê (Byeonjin) "Gaya" û li ser axên Jinhanê jî dewletê "Silla"yê hate damezirandin.

Heyna Sisê Qiraltiyan[biguherîne]

Ji van qebîleyan qebîleya ewil ya ku li qeraxa çemê Amnokyangê akincî bû paşînga bûye qiraltiya Goguryeo (yan jî Koguryŏ; 고구려, 高句麗; 37 B. Z. - 668 P. Z.), qebîleyên ku li derdora xwa bû kir bin stara xwa û devera Lolangê li Çînê jî li sala 313ê bidestxist.

Li dema ku Koguryo bi Çînê ve mijûl dibû li başûrê welêt Baekjeyê (yan jî Paekche; 백제, 百濟; 18 B. Z. - 660 P. Z.) ku qebîleyên li derdora xwa bi dest xistibû bihêz bû û axên xwa fera kir. Li dema Qiral Kinçagoyê (346 - 375) dewletekî navendîbûyî û bihêz bû.

Gaya (가야, 加耶 yan jî 伽倻; 42 P. Z. – 562 P. Z.), konfederasyona welatên çûçik ku li başûrê welêt akincî bûn bû.

Silla (신라, 新羅; 57 B. Z. - 995 P. Z.) li şûnâ herî li başûre ya welêt bi cih bûbû û welatekî pêşveneçûyî û lawaz û dûrî sisê qiraltiyan bûbû.

Sillaya Yekbûyî[biguherîne]

Piştî ku qiraltiya Sillayê bihêz bû siftê cîranê xwa qiraltiya Gayayê kir bin stara xwa. Silla jibo ku qiraltiyên di Koguryo û Pekçeyê jî bi dest bixe bi Çînê ra hevkarî kiribû lê ji ber ku Çîn jî xwastibû ku van axan bi dest bixe mecbûr ma ku bi wan ra jî şer bike. Silla di vî şerî da ku bi Çînê ra kiribû jî serkeftî bû.

Qiraltiya Sillayê jî di mavînên sedsala 8emîn da heyna xwa ya herî bihêz derbaskiribû. Di vê qiraltiyê ku budîst bû perestgeha Bulguksayê ku yek ji karpêkên herî girîng ya tarîxa Korêyê bû hatibû çêkirin.

Bi demê ra Çandeya Budayê li ser dewletê pirr bibandor bû. Bi xwastina hewesa jiyîna lûks dejenere bû û di rêhveberiya qiraltiyê jî qelîşk çêbûn. Mecbûr ma ku di vê heynê da histiyê xwa xanedana Goryeoyê ra xwahr bike.

Li Sillayê jin û mêr xwedîyê heman mafê bûn û di tarîxa Sillayê da 3 hikumdarên jin jî hebûn. Ji van ya ewil jî Seon Duk bû.

Xanedana Goryeoyê û mongolbûn[biguherîne]

Li sala 1231ê da mongol dest bi îstîlakirinê kirin û li sala 1232ê da ji bilî Ganghwa-doyê (Girava Ganghwayê) ku xanedana Goryeoyê xwa dispêriyan hemû nîvgiravê Korêyê dagir kirin. Li sala 1258ê da Qiral Gojongê ku li Ganghwa-doyê li ber xwa dida teslîmî împeratoriya Mongolan bû û lawikê xwa, welîahtê xwa (ku dû ra wek Qiral Wonjong dikê derkeve ser text) mongolan ra emanet kir. Lawikê Wonjongê Chungnyeol bi keçika Kubilay Xanê ra zewiciya û êrîşî Japonyayê kirinê da israr kir. Axirî seferên Japonyayê di salên 1274ê û 1281ê da pêk hatin. Lê di herduyê da jî mongol û korêyî têk çûn. Li sala 1298ê da ji ber ku bi siyaseta xwa hêlgira mongolan dikir ji textê hate xwarê lê di heman salê da ji hêla mongolan ve dîsa derket ser textê. Lawikê Chungyeolê Chungseon (navê xwa yê mongolî: Ijirbuga) melezekî nîv korêyî nîv mongolî bû û qiralên ku wî şûnda dihatin jî xwedîyê navên mongolî jî bûn. Qiralê 27emîn (navê xwa yê mongolî: Aratotosili), qirale 28emîn Chunghye (navê xwa yê mongolî: Botapsilli), qiralê 29emîn Chungmok (navê xwa yê mongolî: Palsamanaeisa), qiralê 30emîn Chungjeong (navê xwa yê mongolî: Misagamtaaji), ê 30emîn Gongmin (navê xwa yê mongolî: Bayan Timur).

Qiraltiya Joseonê[biguherîne]

Ber bi dawiya qiraltiya Goryeoyê da li sala 1389ê General Lee Seongyeyê ku ji hêla siyasî û leşkerî ve bihêz bû Qiral Changê li salên 1388 - 1389ê da ji text xist û li şûna wî Qiral Gongyangê anî (1389 - 1392). Bi vî ra jî nema û dest bi reformên girîng kir. Li dijî monarşî û sinifa zadeganên Goryeoyê Konfusiyanîzmê wek felsefeya bingehîn ya qiraltiyê pejirandin. Vê qiraltiya ku li sala 1392ê hate damezirandin der barê birêhveberiyê da pergalekî siyasî ya gelekî parsengdar bi kar anî. Dest bi helgirtina kesên ku li qedemeyên cûr bi cûr yên dewletê warin erkdar kirin, bi pergalekî ezmûnê ya diyarkirî kirin û hewl dan ku ji hêla geşedana civakî û ramanî civakekî ku xwa dispêre Konfusyusê biafirînin. Lê di dema vê bûyîngê da heman bal û pûte ji bazirganî û hilberanê ra neteyisîya. Di heyna hikumdariya qiralê çharemîn Sejongê da (1418 - 1450) pêşveçûnekî mezin di warê çande û hunerê da bû. Bi piştevaniya qiralê, giregirê zanayên qiraltiyê alfabeya korêyî Hangul amade kirin. Di heman demê da eleqeya Qiral Sejongê histêrknasiyê ra jî hebû. Dîsa di vê heynê da zanyarên mezin saetên rohyê, saetên avê, girrovirrên asmanî û nexşeyên histêrknasiyî çê kirin. Qiral paşînga şûna xwa hişt lawikê xwa Munjongê (1450 - 1452), lê hew jî ji nişka ve mir û welîahtê 11-salî Danjong bû serî. Di heynê ku qiralê gênc li ser textê bû hêza monarşiyê kêm bû û apê wî jî vê yekê wek firsat dî û textê bizorê ji destê wî helgirt. Qiral Sejo (1455 - 1468) piştevaniya Konfusiyanîzmê kir û dixwast ku qiraltiyê dîsa bibe şûnê ku jê ra layiqî ye û koşana wî bingeha şêwaza jînê ya korêyî ya hiro pêk anî.

Şerê Imjinê û Şerê Jeongyuyê[biguherîne]

Li sala 1592ê hikûmata Japonyayê ya Toyotomi Hideyoshiyê ji ber ku rêh li ber hicûmên li dijî Çînê ra veke Qiraltiyê Joseonê îstîla kir. Di vî şerê da Amiral Yi Sunsinê (1545 - 1598) ku yek ji navên herî girîng yên tarîxa fermî ya Korêya Başûr e jibo ku li dijî japonan li ber xwa bide keştiyên bizirx yên bi navê Gobuksonê (Keştiyê Kûsî) çêkirindida.

Japon jibo berrevanîkirina bihêz û bi mirina hikumdar Toyotomi Hideyoshiyê biryar dan ku vekişin Busanê. Amiral Yi hewl da ku pêşiya vekişîna Japonan bigre û wan îmha bike lê di Şerê deryayî ya Noryangê da têk çû û mir.

Ev şer li sala 1598ê da saẍ bû lê bandorekî mezin di Qiraltiya Joseonê da hişt. Mezinên hunermendan yên welêt, zanyar bi zorê li Japonyayê hatin birin, tevkariyê huner û zanistê japonan kirin.

Piştî Şer[biguherîne]

Piştî şer, di sedsala 17emîn da Qiraltiya Joseonê şahidê degişbûnên mezin yên civakî û aboriyî bû. Vaya bû sedem ku qiraltî bi sedemên madî gelek reform bike.