Koronavîrus

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Koronavîrus
Coronaviruses 004 lores.jpg
SARS-CoV
Dabeşandina vîrûsê
Group: Group IV ((+)ssRNA)
Sercîhan: Riboviria
Filûm: incertae sedis
Kom: Nidovirales
Famîle: Coronaviridae
Binefamîle: Orthocoronavirinae
Cins

Koronavîrus an jî vîrusa Koronayê (bi latînî: Orthocoronavirinae), di balinde û şîrmêjan de dibe sedema nexweşiyê û famîleya Coronaviridae ku, du binefamîleya vî hene ku yek ji van vîrusan ve pêk hatiye.

Ev vîrûs ku, di mirovan de bi pirranî nexweşiyeke giran naqewimîne, dibe sedema beşekî girîng ji weqayên zekemiyê, bi vê yekê re di navbera van de MERS-CoV , SARS-CoV û CoVID-19 (2019-nCoV) hene ku hin cureyên koronavîrusê, dibin sedema înfeksiyona rêka hilmija jorîn û talûkeya mirinê dihewînin. Koronavîrus, di çêlek û berazan de dibin sedema vijikîbûnê, di mirîşkan de jî dibin sedema înfeksiyona rêka hilmija jorîn.

Materyala genetîk (genom) ku di hundurê xwe de dihewîne, bi polarîteya pozîtîf û bi RNAya yek tayikî re pêk tê.Xwediyê genom a RNA'ya herî mezin in(ku heta îro hatiye kişf kirin),dirêjiya van bêhtirî 30 kîlobaz e.Ev vîrus ku mezinahiya vî 125 nanometre ye,taybetmendiya vî ya herî berbiçav pozikên vî yê wek çovan e. Bi vê taybetmendiya xwe re, di binê hûrbînê de wekî taca kad(bi Latînî:Corona)a tavê xuya dikir û wisa hat binavkirin.

Nexweşiya Koronayê ku SARS-CoV 2'an jî dihundirîne,hemberî vê nexweşiyê hêj derzî yan jî dijvayrûs nehatiye peresandin. Di kontrolkirina nexweşiyê de tedawiya semptomatîk,îzolasyon û pêkwerandina ezmûnî ya pircure tê de cihê xwe distîne. Şûştina destan, mesafe hîştin û destê xwe bi rûyê xwe ve negerandin, ev pêşnîyazên tevdîran ji bo bergirtina belavbûna nexweşiyên koronavîral in.

Vedîtin[biguherîne]

Famîleya Koronavîrusan salên 1960-an de hat vedîtin.Vîrûsên ku cara yekem hat vedîtin,nîşanên nexweşiya vîrûsa înfeksiyoz bronşîtîs di navbera mirîşkan de hate dîtin û di valahiya pozên mirovên bi serma girtî de hat dîtin û du vîrus ku (229E û OC43) bi navê Vîrûsa Korona ya Mirovan binavkirî, tê de cihê xwe stend. Piştî demên derbasbûyî Vîrûsa Korona ya SARS sala 2003'an de hat vedîtin. Di sala 2004'an de HCoV NL63, sala 2005'an de HKU1, sala 2012'an de MERS-CoV û sala 2019'an de CoVID-19 ku rehdarê Wuhan'ê ye,ev jî cihê xwe di nav famîleya Vîrusa Koronayê de girtiye.Pirraniya van vîrûsan dibin sedema înfeksiyona hilmija jorîn.

Teşenasî (morfolojî)[biguherîne]

Agahiyên di derbarê naverok û proteînên Koronavîrûsê

Koronavîrus ku, di rûxarên xwe de xwedanê pozikan in, mezin in û şeklên van wek pirtikên kadî û pleomorfîk in. Modineyên pirtikên vîrusan, nêzî 120 nm in.

Pêçeka koronavîrusên vîral, cot qatî ye û di pêçekê de protînên M,E û S cih distînin. Hin komkomiyên diyarkirî de bi taybetî jî binefamîleya Betacoronavîrus A yê de,protînên rûxar, bi navê hemagglutînîn esteraz(HE),(dişibin protînên spîke(S) lê belê ji vana kintir in) cihê xwe distînin.

Pêçeka vîral, di nava xwe de nukleokapsît dihewîne.Nukleokapsît bi meyldariya pozîtîf û RNAya yek tayikî ve girêdayî ye, bi gelek protînên nukleokapsîdê(N) re pêk tên.

Koronavîrusên mirovan[biguherîne]

Peresan[biguherîne]

Dîroka pêşiyên hevpişka herî dawî(PHHD)ya koronavîrusan dorhêla salên 8000'ê bZ re diçe.Ligel vê yekê kevntirbûna koronavîrusan jî hêj tê ramandin.Cinsên PHHD'ên Alphacoronavirus, Betacoronavirus,Gammacoronavirus û Deltacoronavirusan bi dorê, 2400 sal bZ,3300 sal bZ,2800 sal bZ û 3000 sal bZ bidîrok e.

Taksonomî[biguherîne]

Mijarên têkildar[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]