Gotûbêj:Vîrusa Koronayê

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Navê rûpelê[çavkaniyê biguhêre]

Peyva Koronavîrus çewt e. Geleka bi rastî Vîrûsa Koronayê be. Li ser YouTubeê vîdyoyeke bi sernavê Em çawa dikarin xwe ji Vîrûsa Koronayê biparêzin ? he . Ev peyama bêîmze ya Avestaboy (gotûbêjbeşdarî) e.

@Avestaboy: Merheba bira. Me li vir vê meseleyê gotûbêj kiribû. Navê vê vîrusê di piraniya zimanan de an wek "koronavîrus" bi hev ve, an jî wek "vîrusa koronayê" ji hev cuda tê nivîsandin. Ev her du awa jî rast in, lê ez bixwe awayê wek "koronavîrûs" ji aliyê rastnivîsê ve şaş dibînim. Lewra bi dîtina min di navê vê nivîsarê de şaşiyekê tine.
Ya duyem jî ji kerama xwe li ser Gotûbêjan îmzeya xwe ji bîr neke. -- Bikarhêner (gotûbêj) 17:09, 12 tîrmeh 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner: Silav bira! Li gorî zimannas Bedirxan 2 navdêr nayin bihevrakirin. Mesela em na bêjin rojpergal em pergala rojê dibêjin. Avestaboy (gotûbêj)
@Avestaboy: Nizanim qaîdeyeke wisa heye an na. Lê gelek peyvên ne li gor vê yekê hene, nimûneten, jinap, kurxal, rêzikname, hwd. -- Bikarhêner (gotûbêj) 17:47, 12 tîrmeh 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner:
Peyvên bi name wek paşgir tên pejirandin wek mînak Şahname, Rojname, salname, bername û hwd. Lê mixabin peyvên wek mînak serokkomar di bin bandora zimanê tirkî hatibû çêkirin (cumhurbaşkan an jî cumhurreis) û ketine zimanê Kurd. Pêşniyara min he. Em dikarin sernavê gotar wek Vîrûrsa Koronayê an jî Korona (Vîrûs) binivîsin. Avestaboy (gotûbêj) 18:48, 12 tîrmeh 2020 (UTC)[bersiv bide]
https://ku.m.wikipedia.org/wiki/Belavbûna_vîrusa_Koronayê_2019-20 Avestaboy (gotûbêj) 13:46, 27 tîrmeh 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy: Wekî ku min got, min leqayî qaîdeyeke wisa nebûye, lê ger zimanzanek qaîdeyeke wisa danîbe an diyar kiribe jî ev yek şaş e, nimûneyên vê yekê bi hezaran e, ne tenê yek an du. Ji xeynî vî di gelek zimanan de peyvên hevedudanî (ji navdêran) tên çêkirin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 15:45, 27 tîrmeh 2020 (UTC)[bersiv bide]
https://www.health.gov.au/resources/publications/parastina-we-ji-virusa-koronaye-protecting-you-from-coronavirus -- Avestaboy (gotûbêj) 16:48, 27 tîrmeh 2020 (UTC)[bersiv bide]
https://www.bremen.de/corona/corona-faq-kurdisch Avestaboy (gotûbêj) 16:49, 27 tîrmeh 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner: Min çend Çavkanî nivîsand Avestaboy (gotûbêj) 16:51, 27 tîrmeh 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy: Min negotiye ku awayê wek "vîrusa koronayê" şaş e, lê her du awa jî rast in. -- Bikarhêner (gotûbêj) 17:48, 27 tîrmeh 2020 (UTC)[bersiv bide]
Mesela gotara AIDS binêre. Li vir navekî Aids Vîrûsa Nemana Bergiriya Mirovan ye . Avestaboy (gotûbêj) 17:56, 27 tîrmeh 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy: Meseleya navê AIDSê ji vê meseleyê cuda ye. Ne guncav e ji bo muqayesekirinê. -- Bikarhêner (gotûbêj) 17:14, 29 tîrmeh 2020 (UTC)[bersiv bide]
Divê em vê tevlîheviya vîrus û vîrûs ji holê rakin. Ya rastî divê em dev ji vî kûmikê ser hinek herfan berdin.. Li her derê u nabe û, yan jî e, nabe ê. Bi ya min vîrus rast e û ne hewce ye em bikin vîrûs. Heke kesek li dijî vê dernekeve, ez ê nêv biguherim.—Gomadapeyam 21:54, 19 adar 2021 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy: Ji kerema xwe dev ji guhertina u ji bo û berde. Te li her derê vîrus kiriye vîrûs.—Gomadapeyam 12:55, 11 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav Avestaboy, Gomada rast dibêje. Tu tîpa û xelet bikartînî. Penaber49 (gotûbêj) 13:00, 11 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav @Penaber49 , @Avestaboy , @Gomada , @Bikarhêner , @Balyozxane , @Biyolojiyabikurdi heta ez niha dizanim wisa ye ku paşgira latînî - -us bi kurdî wek di peyvan de wek -ûs tê nivîsandin. Wîkîferheng û sepana O-ferheng rastnivîsa vîrûs tercîh dikin . https://ku.m.wiktionary.org/wiki/v%C3%AEr%C3%BBs
Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 15:47, 11 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav Avestaboy, dibe li cihê ku te dîtiye jî xeletî hebin. Bi awayî ku ez dizanim, mînak ku em li gorî alfabeye tirkî herin di alfabeya kurdî de peyva u dengê ü ya tirkî dertîne. Peyva û jî dengê nêzîkî u ya tirkî dertîne. Li gorî zimanê tirkî û kurdî ev peyv bi temamî dengê dijber dertînin. Penaber49 (gotûbêj) 16:01, 11 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
Êvarbaş, di vî warî de ez bi @Avestaboy: re me, bila vîrûs an jî vayros/vayrûs be. Di hemû ferhengên modern (Farqînî, Îzolî û hwd) de forma vîrûs heye, ne vîrus. Silav û rêz. --MikaelF (gotûbêj) 18:03, 11 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav MikaelF, peyva vîrus dema ku tîp hate guhertin wek vîros tê xwendin. Vayros jî forma bi îngilîzî ye. Ez dibêjim em çiqas peyvan ji bo xwendinê hêsantir bikin ewqas êdî baştir dibe. Dibe ku peyvên bi îngilîzî ku derbasî zimanê tirkî dibin û ji wir jî derbasî zimanê kurdî dibin. Ez wiha difikirim, divê em li gorî ku peyv herî hêsan bi çi awayî tê xwendin em wisa binivisîn. Silav rêz. Penaber49 (gotûbêj) 19:24, 11 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
Êvar baş @Penaber49 te carekê peyva tawan jî wek tewan nivîsî ( binêre dîroka gotara Tawanên şer ên Tirkiyeyê li dijî kurdan ) . Rastnivîsîna rast ji bo min girîng e. Ez nêrîna pisporek dixwazim. @MikaelF bi qasî ku ez dizanim vayros rastnivîsa îngilîzî ye û tenê li Başûrê Kurdistanê tê bikaranîn. Em jî dibêjin mîkrofon û ne maykrofon.Lê heke li vir kes ne emîn û ewle be, em dikarin ji pisporek jî bipirsin.Divê em zimanê xwe xirab nekin. Avestaboy (gotûbêj) 19:38, 11 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav Avestaboy dibe ku mirov hinek caran peyvan xelet bizanê yan jî xelet binivîse. Lê ji bo guhertina peyvan divê mirov lêkolînên baş bike. Raste peyva vayros tenê li Başûrê Kurdistanê tê bikaranîn lê Bakurê Kurdistanê wek tu jî pê dizanî her tim vîrus bûye. Ez dibêjim Xwendina Vîrus ji Vayros û vîrûs çêtir e. Penaber49 (gotûbêj) 19:59, 11 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Penaber49 Rastnivîsa vayros bi min pir kêm tê bikaranîn. Gelo Vîrus an jî vîrûs ? Heke tu bixwazî em dikarin li ser facebookê pisporan bipirsin ( wek mînak Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hwd . ) Avestaboy (gotûbêj) 20:42, 11 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav Avestaboy, ez fecabookê bikar nayînim. Ku tu dikarî di demekê guncav de dikarî pirs bikî. Penaber49 (gotûbêj) 21:34, 11 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Penaber49 , @Avestaboy , @Gomada , @Bikarhêner , @Balyozxane @KelêÛxelfetî Dembaş, du ferhengên mezin ên Enstîtuya Kurdî ya Stembolê hene, Türkçe-Kürtçe Sözlük û Ferhenga Kurdî-Tirkî ya Zana Farqînî û tîma wî amadekirî ne. Ev du ferheng ji aliyê bi hezaran xwendekarên zimanê kurdî ve bi latînî tên bikaranîn û bûne bingeha ferhengnasiya kurdî ya modern. Du ferhengên bi destê zimannas û pisporên zimanê kurdî (bi taybetî yê kurmancî, lê yê behdînî û soranî bi latînî jî) hatine amadekirin û berî ferhengên ser înternetê hatine çêkirin û xebateke tekûz û bêhempa ye ji bo standardkirina zimên. Ji ber vê yekê, divê em bi van du ferhengên navbirî bişêwirin, pirs bikin. Her du ferhengên Enstîtuya Kurdî ya Stembolê dibêjin: vîrûs. Silav û rêz ji bo hemû xebatkarên hêja yên Wîkîpediya kurdî. Qewet be. --MikaelF (gotûbêj) 06:46, 12 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav hevalno @Penaber49 aniha hevalê @MikaelF Çavkanî da me . Avestaboy (gotûbêj) 15:40, 12 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]

Silav Ghybucan, tu çawan î, rind î? Daxwazeke min heye, ji ber ku dema problemeke me ya zimanî heye em niha li rûpela gotûbêjê di warê mijarê de nîqaş dikin û piştî demekê ji bîra me diçe (ji bîra min diçe :) ). Daxwaza min ew e, ku em di Dîwana Wîkîpedyayê de rûpeleke taybet ji bo gotûbêjên pirsgirêkên zimanî hebûya, wek rûpela Ferhenga Wîkîpediya kurdî... Ramana te di vî warî de çi ye? Gelo dibe yan nabe :)? Destxweş bî, zor spas! --MikaelF (gotûbêj) 17:38, 12 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]

@MikaelF, Gomada, Ghybu, û Penaber49: @Balyozxane, Avestaboy, Biyolojiyabikurdi, û Guherto: Hevalino, ez jî di mijara rastnivîsînê de çend tiştan bibêjim.
Ya pêşîn, ji bo rastnivîsînê ferheng an rêberên rastnivîsînê / îmlayê werin emilandin çêtir e, ji ber ku ew xasaten / sirf ji bo vê mijarê hatine hazirkirin. Yek ji van ferhengan / rêberên rastnivîsînan "Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî)-Tirkî ya Nû (2018)" ye ku wekî komxebat ji aliyê çend zimannasan ve hatiye amadekirin, ya duyem jî Rêbera Rastnivîsînê ya Komxebata Kurmanciyê ye ku ew jî gelek deng derxistibû, lê ne wek ferheng, zêdetir wek rêberekî hatiye amadekirin. Wekî not diyar bikim ku li ser Wîkîferhengê jî ji bo standardkirinê ferhenga "Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî)-Tirkî ya Nû (2018)" wekî esas hatiye girtin. Li ser Wîkîferhengê me ji bo standardkirina peyvan proseyekê çêkiriye. Detayên proseyê li vir in: Wîkîferheng:Rêzikên standardkirinê, Wîkîferheng:Daxwazên standardkirinê. Proseya standarkirinê li ser daxwaza bikarhêneran (daxwaza tenê bikarhênerekî jî têr dike) dest pê dike.
Wekî din kekê MikaelF jî gotiye ku ferhenga Zana Farqînî û tîma wî "bi destê zimannas û pisporên zimanê kurdî hatine amadekirin û berî ferhengên înternetê hatine çêkirin û xebateke tekûz û bêhampa ye ji bo standardkirina zimên" lê belê divê ev yek were zanîn ferhenga Zana Farqînî ya li ba min ew bixwe amade kiriye, yanî ya yek kesî tenê ye, û rastnivîs û ferhengçêkirin ne eynî ne, ji hev cuda ne û pisporiyên van her dukan ji hev cuda jî dibin. Wekî din di gelek ferhengan de pir bal nayê dayîn ji bo awayê standard. Yanî bi min divê peyvek di ferhengekî de tenê wekî madeyekê bên qeydkirin, û formên din ên wê peyvê bên beralîkirin ji madeya wek standard tê dîtin re.
Ji aliyê din ve wekî ku hêja Gomada jî gotiye ne hewce ye "u"yên me wekî "û" bên nivîsîn. Di praktîkê de jî gava însanên me xeber didin, herfa "u"yê ya di peyva "vîrus"ê de wekî "u" telafûz dikin, yanî dirêj nakin. Ji ber ku em peyva vîrus zû bilêv dikin û me wisa hîn bûye, em dibêjin "vîrus". Yanî di praktîkê de jî wekî "vîrus" tê gotin.
Di ferhenga rastnivîsînê ya "Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî)-Tirkî ya Nû (2018)" de (r. 502) awayê standard ya peyva "vîrus" wekî "vîrus" hatiye nîşandayîn, berê formê din ya wek "vîrûs" jî dane "vîrus"ê. Yanî li gorî vê ferhengê awayê standard ê peyva vîrus, "vîrus" e. -- Bikarhêner (gotûbêj) 12:14, 13 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav @MikaelF , @Gomada , @Penaber49 ,@Gomada , @Penaber49 ; @Balyozxane , @KelêÛxelfetî , @Guherto , @Ghybu . Ez wek hevalê @Bikarhêner nafikirim . Mesela ew dibêje ku u ne wek û tê bilêvkirin ( telefûzkirin) . Gelo paşê çima peyvên latînî Colloseum an jî Magnesium mesela bi kurdî wek Kolezyûm û Magnezyûm têne nivîsandin ? Ango paşigra -ium /yum bi kurdî wek yûm tê nivîsandin. Yanî tîpa u wek û tê nivîsandin . Dive favoriya min kesane tune. Lê ez bi çavkanî û bi mentiqê dixebitim. Lewma ez difikirim ku vîrûs rastnivîsîna rast û fermî ye. Avestaboy (gotûbêj) 22:13, 13 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
Gelek spas ji bo ramanên te li ser vê mijarê. Xwezika li Wîkîpediya kurdî rêbaznameyeke wekî ya Wîkîferhengê hebûya. A rast ew gelek baş e. Çavkaniyên wekî Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî)-Tirkî ya Nû û Ferhengên Enstîtuya Kurdî ya Stembolê jî baş in. Silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 08:17, 14 hezîran 2023 (UTC)[bersiv bide]
Êvar baş hevalê @MikaelF . Birêz Husein Muhammed jî mesela okyanûs dinivîse . Gotarên Vîrûs û Okyanûs jî hene . Lewma ji bo navên tiştan paşgirs - ûs rast e.https://zimannas.wordpress.com/2020/01/17/okyanusa-gistgir-anku-derbare-binavkirinen-ferhenge/
https://xwebun1.org/di-okyanusa-atlantik-de-nezi-300-penaberi-winda-ne/ Avestaboy (gotûbêj) 20:09, 27 çiriya pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Dem baş hevalê @MikaelF Gelo tu çawa difikirî ? Avestaboy (gotûbêj) 11:55, 29 çiriya pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav hevalê @Ferhengvan . Gelo tu çawa difikirî ? Avestaboy (gotûbêj) 16:45, 12 kanûna pêşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]