Krîza dîplomatîk a Qeterê, 2017

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Krîza dîplomatîk a Qeterê di 5ê pûşpera 2017an de derket. Çar welatên erebî Erebistana Siyûdî, Behrên, Îmarat û Misirê peywendiyên xwe yên dîplomatîk li gel Qeterê qut kirin [1]. Piştî van 4 welatan 3 welatên din jî têkiliyên xwe li gel Qeterê qut kirin[2]. Piştî van welatan welatê Senegalê jî pêwendî qut kirin [3].

Piştî qutkirina pêwendiyan Tirkiye û Îranê piştgiriya xwe ji bo Qeterê îlan kir.[4] [5]. Dewleta Îranê çar firokeyên alikariyê şandin Qeterê [6]. Tirkiyê tezkereya leşkerî bi awayek lezgînî derxist ku artêşa Tirk biçe Qeterê [7]. Wezîrê derve yê Qeterê Şêx Muhammed bin Abdurrahman es-Sani jî got ji bo ewlehiya herêmê artêşa Tirk wê were Qeterê [8]. Piştî van agahitan Artêşa Tirk îlan kir ku heyeteke leşkerî a sê kes tê de, ji bo zanîn û bicihkirina leşkerê Tirk çûn Qeterê[9]. Li pişt vê bûyerê li gor angaştan Qeter alikariya terorê dike û têkiliyên nêzik di gel Îranê ava dike. [10]

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  1. http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/05062017?keyword=iran
  2. http://www.rudaw.net/kurmanci/middleeast/05062017
  3. http://www.rudaw.net/kurmanci/world/080620173
  4. http://www.rudaw.net/kurmanci/middleeast/turkey/050620173
  5. http://www.rudaw.net/kurmanci/middleeast/050620171?keyword=iran
  6. Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 2017-06-22 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 2017-06-12
  7. http://www.bbc.com/turkce/haberler-turkiye-40191045
  8. http://www.bbc.com/turkce/haberler-dunya-40203747
  9. http://www.tsk.tr/BasinFaaliyetleri/BA_25
  10. http://www.bbc.com/turkce/haberler-dunya-40261099


Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)