Kuncî
Xuyakirin
| Kuncî | |
|---|---|
| Riweka Kunciyê | |
| Dabeşandina zanistî | |
| Cîhan: | Plantae |
| (ne aşkera ye): | Angiosperms |
| (ne aşkera ye): | Eudicots |
| (ne aşkera ye): | Asterids |
| Kom: | Lamiales |
| Famîle: | Pedaliaceae |
| Cins: | Sesamum |
| Cure: | S. indicum |
| Navê zanistî yê latînî | |
| Sesamum indicum L. | |
Kuncî (sesamum indicum), riwekeke dexla, ji famîleya kunciyan e. Bejna wê 50 – 150 cm bilind dibe û kêm caran çik jê diçin. Pelên wê 5-10 cm dirêj 3-5 cm fireh, şiklê wan rimane yan jî hêkane ne û rexên wan rast an jî xetxet in. Kulîlkên wê yên wek kovikan di binê dûxika (boçik-zîlik) wê de bi hevre ne.
Rengê kulîlkan spî yan jî peyazî ne, yên binevşî jî hene. Rengê fêkiyan esmer, sor, zer, an jî reş in û fêkiya wê wek qapsûlan e. Di nava wê qapsûlê de 70 -90 heb bizir hene. Ji wan biziran re “kuncî “ tê gotin. Ji 50 %ê wan rûn e. Ew rûn ji bo masajê û ji bo derman û xwarinan tê bikaranîn. Gelek cûreyên kunciyan yên çandinî û bejî hene.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]| Ev gotara li ser riwekan şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |