Kutilka kundirê
Xuyakirin
Kufteya kundirê, kutilka kundirê cureyeke kufteyan e. Ji koma xwarinên parêzê ye, ango şîşman (qelew) nake.
Berkelî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 2 serî kundir
- 2 tayên hêlizê (pîjinda, şiwît)
- Yek-du ta pîvaza teze
- 1 kevçî ard (arvan)
- 1 spîka hêkê
- 1 kevçî penîrê rûnî (qaşar) yê rêşkerkirî
- Rûnê ron
- Îsota reş
- Xwê
Amedekirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kundirê xwe li rêşkerê bidin û ava wê ya zêde jê derînin. Spîka hêkê, hêliz û pîvaza xwe amade bikin.
Ardê xwe bixin badiyekê, penîr, xwê û îsotê tevlî bikin, Hêliz, pîvaza teze û kundirê xwe berdin ser, li hev bidin.
Ji vê têkela xwe bi kevçiyê parçeyan bigirin berdin nava rûnê di rûnbirêşkê de diqijile û heya herdu aliyên wê baş sor bûn, biqijilînin.
Ji nava rûn derînin bidin ser binikekê û hinekê rûnê wê ji bidarivînin. Bi germî bixwin.
Helbet zêde xwarina wê mirov qelew dike.
![]() | Ev gotara têkildarî pêjgeha kurdî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |