Lêkdana taqîkarî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ji bo diyarkirina bomawebabeta ajal û riwekan, lêkdana taqîkarî tê bikaranîn.

Di bin çavderiyê de bi awayekî kontrolkirî cotkirina du tekên dijzayend ên heman corê, wekî lêkdan (bi înglîzî: cross) tê binavkirin.

Lêkdana tekek (kesek) bi rûxsara zal û bomawebabeta nediyar, bi tekek bi rûxsara bezîw û bi bomawebabeta yekreg, wekî lêkdana taqîkarî (bi îngilîzî: test cross) tê binavkirin.[1]

Lêkdana taqîkarî cara pêşîn ji aliyê Gregor Mendel ve hat bikaranîn û di ware bomawezaniyê de wek amûrek girîng hebûna xwe heta îro domand.[2] Gava sîfetek bi du allelen cuda tê temsîlkirin û allelek li ser allela din zal (bi îngilîzî: dominant) be, kesê ko bi rûxsarebabeta bezîw e, bomawebabeta wî yekreg (bi înglîzî: homozygous) e. Ango heke herdu allelên zîndewerê allela bezîw (bi îngilîzî: recessive) bin, di wê zîndewerê de rûxsarebabeta bezîw xuya dibe.[3]

Heke di zîndewerê de rûxsarebabeta zal xuya bibe, dibe ko bomawebabeta wê yekreg an jî dureg (bi îngilîzî: heterozygous) be.[4] Lêkdana teqîkarî rêbazek e ji bo diyarkirina bomawebabeta nediyar a rûxsara zal. Bi vê rêbazê, yekregbûn an jî duregbûna bomawebabeta nediyar a sîfetê diyar dibe.[5]

Wekî mînak, di rîweka polkeyê de sîfeta rengê kulîlkê bi du allelan tê temsîlkirin, loma kulîlkên polkeyê dikarin bi du rûxsarebabetan xuya bibin; mor an jî spî. Herwisa allela mor zal e, allela spî bezîw e.

Heke kulîlkên polkeyê spî bin, mirov dikare pêşbîniya bomawebabeta kulîlkê bike, ji ber ko di kulîlkên polkeyê de rûxsarebabeta spî, rûxsarebabeta bezîw e, divê bomawebabeta kulîlkên spî jî (aa) ango yekreg bin. Lê heke kulîlkên polkeyê mor bin, bomawebabeta wan nayê zanîn. Dibe ko bomawebabet (AA) an (Aa) be, ji ber ko mor rûxsarebabeta zal e, di herdu bomawebabetê de jî kulîlk mor in.[6]

Ji bo diyarkirina bomawebabeta kulîlkên mor divê lêkdana taqîkarî were sazkirin. Ango divê polkeya kulîlk-mor (allela zal), bi polkeya kulîlk-spî (allelên bezîw) ve were lêkdan.[7]

Di vê lêkdanê de ji ber ko rûxsarebabeta spî bezîw e, bomawebabeta kulîlkên spî (aa) yekreg e, loma kulîlkên spî tenê yek cor gamet çêdikin.[6]

Bomawebabeta kulîlkên mor ne diyar e, dibe ko yekreg an jî dureg bin. Loma divê di lêkdana taqîkarî de herdu eger jî werin hesibandin.

Egera yekem:

Dibe ko bomawebabeta nediyar yekreg be, ango (AA) be. Di vê rewşê de ji polkeya kulîlk-mor, ji bo rengê kulîlkê tenê yek cor allel (A) çêdibe.

Ji lêkdana polkeya kulîlk-mor, bi polkeya kulîlk-sipî ve (AA x aa), hemû weçeyên yekem (F1) bi rûxsarebabeta mor û bi bomawebabeta (Aa) yên dureg peyda dibin.

Egera duyem:

Dibe ko bomawebabeta nediyar dureg be, ango allelên (Aa) lixwe bigire. Vê gavê lêkdana (Aa) x (aa) rû dide. Encamê lêkdanê: %50yê weçeyên yekem bi kulîlkên rûxsarebabeta spî û bomawebabeta yekreg (aa), %50yê weçeyan jî bi kulîlkên rûxsarebabeta mor û bomawebabeta dureg (Aa) in.[6]

Bi kurtasî, heke bomawebabeta rûxsarebabeta zal (mor) yekreg be, hemû weçeyên yekem (F1) dureg in û bi rûxsarebabeta mor in. Na, heke bomawebabeta rûxsara zal dureg be, îcar nîvê weçeyên yekem bi rûxsarebabeta bezîw û bi bomawebabeta yekreg (aa) peyda dibin. Nîvê din ê weçeyên yekem jî bi rûxsarebabeta zal û bi bomawebabeta dureg (Aa) peyda dibin.[8]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  2. ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  3. ^ Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  4. ^ Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  5. ^ Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  6. ^ a b c Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  7. ^ Jones, M., Fosbery, R., Gregory, J., & Taylor, D. (2014). Cambridge International AS and A Level Biology Coursebook with CD-ROM (4th ed.). Cambridge, MA: Cambridge University Press
  8. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,