Here naverokê

Lîstikvan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Lîstikvanên şanoyê

Lîstikvan, anku lîstikvanê şanoyê, aktor (aktrîs), hunermendên ku di fîlman de û li ser şanoyê karaktereke diniwînin. Îro di sînema, televîzyon, şano, radyo an jî înternetê de dixebitin. Peyva "aktor" ji yewnaniya kevin ὑποκριτής (hîpokrîtes) tê. Ev peyv tê wateya "kesê ku dilîze, kesê ku diniwîne".

Peyva "aktor" bê cudahiya zayendê ji bo kesên ku lîstikvanî dikin diniwînin. Lê peyva "aktrîs" tenê ji bo lîstikvanên jin bi kar tînin.

Lîstikvanî digihîje beriya miladê sala 534. Lîstikvanê yewnan Tespîs, di sehneya Tiyatroya Dionîsos (Théatro tou Dionísou) de bû lîstikvanê ku cara ewil di lîstikek de xeber da. Ji bo bîranîna Tespîsê, ji lîstikvanan re nava Tespiyan hate dayîn.

Di Serdema Navîn de li Ewropayê lîstikvanî wekî karek baş nedihat dîtin. Bi civakên tiyatroyan bawerî nedianîn. Lê di serdemên 19 û 20an de ev rewş bi pirranî guherî û lîstikvanî hat halê karekî serbilind.

Mijarên têkildar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya îngilîzî pêk tê.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Wîkîferheng Wîkîferheng: lîstikvan – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir