Las chicas del cable (rêzefîlm)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Las chicas del cable
Welat  Spanya
Hejmara sezonan 5
Hejmara beşan 42
Şirket Netflix

Las chicas del cable ( bi wateya Keçên Kabloyê ) rêzefîlmeke dramaya dîrokî ya spanî ye ku ji hêla Netflix ve hatî hilberandin. Ew rêzefîlma spanî ya yekem a pargîdaniya medya Amerîkî bû.

Rêzefîlm li ser çar jinên ciwan ên ji warên cuda yên civakî ne ku di 1928-an de li Madrîdê dest bi xebata pargîdaniya têlefonê ya Spanî dikin. Lidia, Carlota, Ángeles û Marga di karûbarê xweya nûjen de bi zehmetiyên teknîkî yên nû re rûbirû ne û bi tevliheviya jiyana taybetî û bi pêşveçûnên xweyên kesane re hevûdu dikin. Di civaka serdestiya mêr de, ew ji bo wekheviyê şer dikin. Bûyer pêşveçûna civakî û ramyarî ya li Spanyayê heya salên şerê navxweyî yê ji 1936 heya 1939 şopandiye.

Rolên sereke ji hêla Ana Fernández, Nadia di Santiago, Blanca Suárez û Maggie Civantos ve têne lîstin.

Derhênerî ji aliyê Carlos Sedes, David Pinillos, Antonio Hernández û Roger Gual bû .

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]