Livar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Di fîzîkê da, livara hêzê meznahî ya hêzekê ye ko li dûrahîyekê ji navenda zivirînê li dozeneka anko sîstemeka zivirînê dihêt xebitandin. Têgeh anko mefhûma baskê livarê wekî dûrahîyeka saloxetî, têgeheka bingehîn di karkirina lehêzan, çerxan, gêran û tevaya makîneyên sade ye ko dikarin berjewendiya mekanîkî çêbikin. Yekîna livarê di Dozena Navneteweyî anko SI da mitirê Newton e.