Here naverokê

Lorentya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Lorentya, ku di heman demê de wekî Kratona Amerîkaya Bakur hatiye binavkirin.

Lorentya yan jî Kratona Amerîkaya Bakur (bi îngilîzî: Laurentia), kratonek parzemînî ya mezin e ku bingeha jeolojîk (erdnasî) a kevnar a Amerîkaya Bakur pêk tîne. Her çiqas di eslê xwe de kraton deverên kratonîkî yên Gronland û her wiha beşa bakurê rojavayê Skotlendê jî vedihewîne ku wekî Terana Hebridean bê zanîn jî, gelek caran di paşeroja xwe de Lorentya parzemînek cuda bûye wekî ku niha di forma Amerîkaya Bakur de ye. Di demên din ên rabirdûya xwe de, Lorentya bûye beşek ji parzemîn û parzemînên mezin û bi xwe jî ji gelek deverên piçûktir ên ku li ser tevnek kemberên orjenîkî yên Pêşîn ên Proterozoîk hatine berhev kirin, pêk tê. Mîkro parzemînên piçûk û giravên okyanûsê bi Lorentyayê re ku her ku diçe mezin dibe re li hev ketin û bi hev re Kratona Prekambriyan a stabîl ku îro tê dîtin ava kirine.[1][2]

Karton navê xwe ji Mertalê Lorentya ku di nav Çiyayên Lorentya de ye ku navê xwe ji çemê Saint Lawrence ku bi navê Lawrence yê Romayê tê zanîn, wergirtiye.

Platforma navxweyî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li rojhilat û navendî ya Kanadayê, piraniya kratonên bi îstîqrar li ser rûyê erdê wekî Mertalê Kanadî, deverek ji kevirê Prekambriyan ku zêdetirî milyon mîl çargoşe vedihewîne, derdikeve holê. Di nav de hinek kevirên herî kevn ên li ser rûyê erdê, wek kevirê archean ê Acasta Gneiss ya Kanadayê ku 4,04 milyar sal kevn e û Kompleksa Istaq Gneiss ya Gronlandê ku dîroka kompleksê digihîje 3,8 milyar salê. Dema ku pêkhateyên binê erdê têne fikir kirin, peyva berfirehtir Mertalê Lorentya gelemperî ye, ne bi kêmanî ji ber ku beşên mezin ên awahiyê li derveyî Kanadayê dirêj dibin. Li Dewletên Yekbûyî, kevirê kratonê li ser platforma hindurîn a fireh li herêmên Midwest û Great Plains bi kevirên tortî ve hatiye nixumandin û ev kevir tenê li bakurê Minnesota, Wisconsin, New York Adirondacks û Nîvgirava Jorîn a Michigan derdikevin holê. Qalindahiya rêzeyên zinarên tortî bi qalindahiya li dor 1000 mêtre heya 6100 mêtreyê diguhere. Kevirên kratonîk metamorfîk an jî şewatî (magmatîk) ne ku bi tebeqeyên kevirên tortî yên sergirtî yên ku bi piranî ji kevirên kisilîn, kevirên qûmê û ji kevirên şêlan (bi en:Shale) pêk tên. Ev kevirên tortî bi giranî ji 650 heta 290 milyon sal berê zuwa bûne û veguherîne kevirê.[3]

Kevirê herî kevnê sereke ku li kratonên wekî Archean Slave, Rae, Hearne, Wyoming, Superior û Nain vedigirin li aliyê bakurê ji sisê, diduyên Lorentyayê werdigire. Di Serdema Proterozoyika Destpêkê de kevir bi tortan hatinbûn nixumandin ku piraniya tortan niha ji holê rabûne.

Gronland beşek ji Lorentyayê ye ku girav niha ji hêla Tengava Mareşal ve ji parzemîna Amerîkaya Bakur tê veqetandin ku ev taybetmendiyek erozyona Pleyistosenê ye.[4][5] Tengava ku bi qalikê parzemînî hatiye girtin û ti nîşaneyên bûyereke termal yan jî tektonîzmaya deryayî nîşan nade. Gronlanda bi piranî ji qalikê di serdema Archean heya Proterozoyîk pêk tê ku avabûnên refikên Paleyosenê yên jêrîn li peravên wê yên bakur û avabûnên Devonian heta Paleyojenê li peravên wê yên rojavayî û rojhilatî çêbûne. Peravên rojhilat û bakur di dema orjeniya Kaledonyayê de bi giranî deforme bûne.[6][7]

Kembera Isua Greenstone ya rojavayê Gronlanda qalikê okyanûsê ya ku tê de Kompleksên dike yê hene diparêze. Ev yek delîlan ji erdnasan re peyda dikin ku 3,8 Gya girêkên navîna okyanûsê hebûn. Kembera zêr a Abitibi li parêzgeha Superiorê kembera kesk a herî mezin a Mertalê Kanada ye.[8]

Guhertina paleojîngehî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gelek bûyerên avhewayê di serdema Fenerozoyîk de li Lorentyayê diqewimin. Ji dema Kambriyena dereng haya Serdema Ordovîsîyan asta deryayê bi helîna qeşayê re diguherî. Neh guheztinên bi pîvana makro ya "Hîpergermbûna gerdûnî", an şert û mercên gaza serayê ya bi tundî, pêk hatiye. Ji ber guheztina asta deryayê, van navberan rê li ber kombûna kevirên herî yên li ser Lorentyayê vedike ku wekî tomarkirina bûyeran tê dîtin. Serdema Ordovîsîyan serdemek sarbûnê anî ku asta vê sarbûnê hê jî tê nîqaş kirin. Zêdetirî 100 milyon sal şûnda, di Serdema Permiyan de, meyla germbûna giştî diqewime. Wekî ku ji aliyê bêwertebreyên fosîlî ve hatine destnîşan kirin, perava rojavayî ya Lorentyayê ji hêla herikîna sar a domdar a ku ber bi başûr ve girêdayî ye bibandor bûye. Ev herikîn bi germbûna avên li herêma Teksasê re berevajî dibe. Ev dijberî pêşniyar dike ku di dema germbûna gerdûnî ya Permiyan de, bakur û bakurê rojavayê Pangea (rojavayê Lorentyayê) bi hewayek sar maye.

Dîroka jeolojîk

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  • Nêzîkî 4.03 heta 3.58 hezar sal, avabûna kevirê herî kevn a saxlem a li ser gerstêrkê, Acasta Gneiss, li deverên ku niha bakurê rojava ne, çêbûye (gewherên mîneral ên kesane yên kevntir têne zanîn, lê ne kevirên tevahî).
  • Li dora 2.565 sal, Arktîka wekî parzemînek serbixwe ava bûye.
  • Li dora 2.72 heta 2.45 hezar salan Arktîka beşek ji parzemîna super Kenorland bû.
  • Nêzîkî 2.1 heta 1.84 hezar salan dema Kenorland ji hev veqetiya, kratona arktîkayî tevî Baltîka û Antarktîkaya Rojhilat beşek ji girseya Nenayê bû.
  • Li dora 1.82 hezar sala Lorentya beşek ji parzemîna super Kolombiya bû.
  • Li dora 1.35-1.3 hezar salan Lorentya parzemînek serbixwe bû.
  • Li dora 1.3 hezar salan Lorentya beşek ji axa Protorodiniyayê bû.
  • Li dora 1.07 hezar salan Lorentya beşek ji superparzemîna Rodiniyayê bû.
  • Nêzîkî 750 salan Lorentya beşek ji axa Protolawrasyayê bû û hema hema Lorentya ber bi perçe bûnê ve diçû.
  • Li Êdîyakaran (Ediacaran) (635 heta 541 ± 0,3 sal), Lorentya beşek ji parzemîna super Panotiyayê bû.
  • Li Kambriyan (541 ± 0,3 heta 485,4 ± 1,7 sal), Lorentya parzemînek serbixwe bû.
  • Li Ordovisiyan (485,4 ± 1,7 ber 443,8 ± 1,5 salan), Lorentya piçûk dibû û Baltîka berfireh dibû.
  • Li Devoniyan (419,2 ± 2,8 heta 358,9 ± 2,5 sal), Lorentya bi Baltîkayê re li hev ket û girseya Ewroamerîkayê ava kir.
  • Li Permian (298,9 ± 0,8 heta 252,17 ± 0,4 sal), hemû parzemînên sereke li hev ketin û super parzemîna Pangaeayê ava kirin.
  • Di serdema Jurasiyê de (201,3 ± 0,6 ber 145 ± 4 sal), Pangea dibe du girseyên bejahiyên Lawrasya û Gondwana. Lorentya beşek ji axa Lawrasyayê bû.
  • Di Kroteysoşê de (145 ± 4 heta 66 sal), Lorentya parzemînek serbixwe bû ku jê re digotin Amerîkaya Bakur.
  • Di Neojenê de (23,03 ± 0,05 sal heta îro an jî 2,588 sal bi dawî dibe), Lorentya, di şiklê Amerîkaya Bakur de, bi Amerîkaya Başûr re li hev dikeve û girseya erdê Amerîkayê ava dike.
  1. ^ Hoffman, P F (1988). "United Plates of America, The Birth of a Craton: Early Proterozoic Assembly and Growth of Laurentia". Annual Review of Earth and Planetary Sciences (bi îngilîzî). 16 (1): 543–603. doi:10.1146/annurev.ea.16.050188.002551. ISSN 0084-6597.
  2. ^ Whitmeyer, Steven (2007). "Whitmeyer, Steven (2007)". Geosphere. 3 (4): 220. doi:10.1130/ges00055.1. ISSN 1553-040X.
  3. ^ "geoscienceworld.org". pubs.geoscienceworld.org. doi:10.1130/0016-7606(1997)109%3C1515:fositc%3E2.3.co;2. Roja gihiştinê 30 çiriya paşîn 2023.
  4. ^ Torsvik, Trond H.; Cocks, L. Robin M. Preface. Cambridge: Cambridge University Press. rr. ix–ix.
  5. ^ Dawes, Peter R. (2009). "Precambrian–Palaeozoic geology of Smith Sound, Canada and Greenland: key constraint to palaeogeographic reconstructions of northern Laurentia and the North Atlantic region". Terra Nova (bi îngilîzî). 21 (1): 1–13. doi:10.1111/j.1365-3121.2008.00845.x. ISSN 0954-4879.
  6. ^ Higgins, A. K.; Gilotti, Jane A.; Smith, M. Paul (2008). The Greenland Caledonides: Evolution of the Northeast Margin of Laurentia (bi îngilîzî). Geological Society of America. ISBN 978-0-8137-1202-4.
  7. ^ Torsvik, Trond H.; Cocks, L. Robin M. Preface. Cambridge: Cambridge University Press. rr. ix–ix.
  8. ^ Levin, Abigail (2010). "The Cost of Free Speech". dio.org. doi:10.1057/9780230293960.