Luqman Ahmedî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Luqman Ahmedî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Luqman Ahmedî wênesazekî kurd e.

Luqman Ahmedî di sala 1972yan de li bajarê Dirbêsiyê ku di nava sînorên Suriyeyê de ye, ji dayîk bûye. Piştî qedandina lîseyê, dest ji dibistanê berdide û dest bi wênesaziyê dike. Lê di heman demê de karê dîzayn û grafîkên pirtûk û kovaran û her wiha karîkatûran jî dike. Di 8 saliya xwe de ku wê demê diçe pola 3an, pêykerek çê dike û dişîne mîhrîcana zarokan. Di mîhrîcana ku ji aliyê hikûmeta Suriyeyê ve hatiye lidarxistin de, peykerê Ahmed dibe yekemîn û xelat werdigire. Di pola 4 û 5an de jî beşdarê mîhrîcanê dibe û dîsa xelat werdigire. Wê demê kesên ku dibûn yekem ji hêla hikûmetê ve dihatin perwerdekirin û ew dişandin welatên Ewropa û Sovyetê. Lê li gel ku Ahmed xelat hilgirtibû jî, ew neşandin. Ahmed ev yek bi kurdbûna xwe ve girê dide.

Luqman Ahmed, di 8 saliya xwe de wêneyê cotkarekî çêdike ku di destekî cotkar de das, di destê din de jî pirtûk heye. Ev bala mamosteyê wî dikişîne. Piştre jî Luqman dest bi karê suretvaniyê dike.