Lîsteya fîrewnên ptolemeyî û hevserên wan
Xuyakirin
Va ye lîsteya serekdewlet û hevserên Keyaniya ptolemeyî (305-30 berî zayînê li Misirê).
Fîrewnên ptolemeyî û hevserên wan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Ptolemaîos I Sotêr (303–282 berî zayînê)[1] jina wî ya pêşîn Taîs bû, pişt re bi Artakamayê re zewicî, dû re li gel Ewrîdîkeyê û di dawiyê de li gel Berenîkê I jî zewicî bû.
- Ptolemaîos II Fîladelfos (285–246 berî zayînê)[2] bi Arsînoê I re zewicî bû, pişt re bi Arsînoê II re jî zewicî bû; hev bi Ptolemaîos Epigonos re hikim dike (267–259 berî zayînê).
- Ptolemaîos III Evergetês (246–221 berî zayînê) bi Berenîkê II re zewîcî bû.
- Ptolemaîos IV Philopator (221–203 berî zayînê) bi Arsînoê III re zewicî bû.
- Ptolemaîos V Epiphanês (203–181 berî zayînê) bi Kleopatra I Sura re zewicî bû.
- Ptolemaîos VI Philomêtor (181–164 berî zayînê, 163–145 berî zayînê) bi Kleopatra II re zewicî, ji bo demeke kin hev bi Ptolemaîos Eupator re hikim dike (152 berî zayînê).
- Ptolemaîos VII Neos Philopator (hikim nekir)
- Ptolemaîos VIII Euergetês an "Phuscon" (170–163 berî zayînê, 145–116 berî zayînê) bi Kleopatra II re û pişt re bi Kleopatra III re zewicî bû; di navbera salên 131-127an berî zayînê de ji Îskenderiyeyê ji aliyê Kleopatra II ve hat derxistin, di 124an berî zayînê de ew li hev dikin.
- Kleopatra II Philomêtora Soteira (131–127 berî zayînê), li dijî Ptolemaîos VIII Phuskon bû.
- Kleopatra III Philomêtor Soteira Dikaiosyne Nikephoros (Kokke) (116–101 berî zayînê) li gel Ptolemaîos IX Sotêr (116–107 berî zayînê) û pist re li gel Ptolemaîos X Aleksandros (107–101 berî zayînê) hikim dike.
- Ptolemaîos IX Sotêr an "Lathuros" (116–107 berî zayînê, 88–81 berî zayînê wek Sotêr II dihat naskirin) bi Kleopatra IV re zewicî, dû re bi Kleopatra Selênê I re jî zewicî bû; li gel Kleopatra III hikûmet datîne.
- Ptolemaîos X Aleksandros (107–88 berî zayînê) bi Kleopatra Selênê I re zewicî, pişt re li gel Berenîkê III; heya 101 berî zayînê li gel Kleopatra III hikim dike.
- Berenîkê III Philopator (81–80 berî zayînê)
- Ptolemaîos XI Aleksandros (80 berî zayînê) li gel Berenîkê III zewicî bû û li gel wê hikim dikir; piştî kuştina Berenîkê III di 19 rojan de hikim kir.
- Ptolemaîos XII Neos Dionusos an "Auletes" (80–58 berî zayînê, 55–51 berî zayînê) bi Kleopatra V Truphaina re zewicî.
- Kleopatra V Truphaina (58–57 berî zayînê) li gel Berenîkê IV Epiphaneia (58–55 berî zayînê) û Kleopatra VI Truphaina hikim dike (58 berî zayînê).
- Kleopatra VII ("Kleopatra VII Philopator", 51–30 berî zayînê) li gel Ptolemaîos XIII Theos Philopator (51–47 berî zayînê) û Ptolemaîos XIV Philopator (47–44 berî zayînê) û Ptolemaîos XV Kaisarion (44–30 berî zayînê) hikim dike.
- Arsînoê IV (48–47 berî zayînê), li dijî Kleopatrayê hikim dike.
Çavanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Wasson, Donald (3 sibat 2012). "Ptolemy I". Ancient History Encyclopedia. Roja gihiştinê 1 çiriya pêşîn 2016.
- ^ Tunny, Jennifer(2001)The Health of Ptolemy II Philadelphus. The Bulletin of the American Society of Papyrologists/ Vol.38(1/4), pp.119-134