Kleopatra VII

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kleopatra VII
bi yewnaniya kevn: Κλεοπάτρα, lat. Kleopátra'
Serê peykerê Kleopatrayê (Altes Museum, Berlin)
Keybanûya Keyaniya Ptolemaîk
Serwerî51 – 30 bêrî zayînê
Jînenîgarî
Navê rastîbi yewnaniya kevn: Κλεοπάτρα Φιλοπάτωρ, lat. Kleopátra Philopátōr
Roja jidayikbûnê69 berî zayînê
Mirin10ê tebaxa 30an berî zayînê
HevserPtolemaîos XIII Theos Philopator
Ptolemaîos XIV
Marcus Antonius
BavPtolemaîos XII Neos Dionusos
Zarok

Kleopatra VII (bi yewnaniya kevn: Κλεοπάτρα, lat. Kleopátra, bi latînî: Cleopatra, z. li dora 69 berî zayînê - m. 10ê tebaxê 30 berî zayînê li Îskenderiye, Misir) keybanûya dawîn serdema helenîstîk a Misira Antîk e. Keça key Ptolemaîos XII Neos Dionusos ("Ptolemaîos Auletes") e. Bavê wê, wê bi birayê wê re zewicandiye. Wê demê zawaca navmalbatî ji rêzê bû. Ji bo keybanûtiyê perwerdeyeke baş dîtiye. Ji muzîk û estetîkê pir hezdikirîbûye. Kleopatrayê zimanên misrî (kiptîkî), îsraîlî, erebî, sûrîkî, etiyopyayî, farisî û kurdî (Medî) dizanîbûye[çavkanî hewce ye].

Malbata bavê wê helenî bûn. Helenî li Misirê hindikayî bûn. Ji bo ku bi gelên herêmê re têkiliyek baş dayne, xwe dide ser fêrbûna dînê Misirê. Ji ber vê helwesta wê ji aliyê birayê wê ve ji welêt tê derkirin. Kleopatra diçe palasa Romayê û li vegera bi siyasetmedar Romayê navdar Iulius Caesar (Sezar) ve jiyana xwe dike yek.

Bi alîkariya Caesar li textê Misrê rûdine. Birayê wê di robara Nîlê de dixeniqe yan tê xeniqandin. Ji Sezar zarokek wê peyda dibe. Armanca wê ew e ku herdu împaratoriyên mezin ên serdemê bike yek û wekî Îskenderê Mezin desthilatdariyeke cîhanî avabike. Mixabin Sezar tê kuştin xeyalên Kleopatrayê sêwî dimînin. Bi qasî demekê ji nakokiyên palasa Romayê sûdwerdigire û dixwaze Romayê bixe bin desthilatiya xwe. Lê bisernakeve. Di 39 saliya xwe de bi jehra marên kobra dawî li jiyana xwe tîne.

Kleopatra bi zîrekî, wêrektî û fenên xwe di dîroka mirovahiyê de cihê xwe girtiye. Li ser jiyana wê gelek fîlmên bêhempa hatine çêkirin[çavkanî hewce ye].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]