Mûz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mûz

Mûz hêşinahiyek giyayî yên mezin ji famîleya mûzan e. Li welatên germ hêşîn dibe.

Şayes[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bejna wê 3- 25 m yan bilind dibe, qurmê wê wek girêkan di nav axê de ne. Pelên wê di navtenga wê de hêşîn dibin û gelek mezin in. Rengê wan kesk in û bi qasî 2 mitroyan dirêj in. Di nava pelê de rehek dirêj, ji wê rehê çep û rastane rehên rîşî jê diçin û di her du aliyan de ditewin, dişibin baskên eyloyan. Ji tayên çikên tewiyayî kulîlk dibişkivin. Rengên kulilkên wê bi gelemperî binevşî ne. Lê yên sor, zer jî hene. Ji wan kulîlkan fêkiyek gûşiyane wek teliyên destan çêdibe. Qaşilek ku berê kesk û paşê jî zer dibe heye. Kêm zêde 100 cûreyên mûzan ên kedî û kûvî hene. Yên herî maqûl û çandiniya wê tê kirin “Gross Michel“ in . Çîkîta jî cûreyek Gross Michel e. Yên çandinî ji ber ku ji bo fêkiya wê zêde berbide, xwediyên wan nahêlin zêde bilind bibin. Piranî di bilindahiya 2 mitroyan de dihêlin. Ji her binekê 200 mûz jê tên hilanîn.

Belavbûn û dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Welatê mûzê rojavayê Afrîkayê, başûrê Çînê, Hindistan û Awûstralya ye. Dîroka wê baş nayê zanîn, lê berhemên di derheqa mûzê de berî zayinê salên 500-600'an li Hindistanê hatine dîtin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]