Müjde Arslan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Navê xwe ya rastî Mizgin Arslane. Di sala 1981an de li Mêrdînê hate dinê.Di salên xwendevaniya xwe de bi Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) dest bi rojnamevaniyê kir.Heman salî mîna peyamnera çand û hûnerê, derbasî Şaxa Stenbolê ya DÎHA bû. Heya ku derbasî rojnameya Gundemê bû, li DİHA peyamnerî û edîtoriya çand û hunerê berdewam kir.Di rojnameya Gundem de, li ser sînema nivîsên xwe nivisandin û edîtoriya çand û hûnerê kir. Weşanên mîna, Vîrgul, Varlik, Edebiyat Eleştri, Cumhuriyet Pazar û Mesele jî di nav de, di gelek weşanan de nivîsên ser wêjeyê nivisandin. Filmê xwe ya bi navê "lîstoka dawî"(Son Oyun) kişand. Ev fîlmê wê, di hundir û derveyî welat de gelek diyarî bidest xistin. Dawiyê kurtefîlmê xwe ya bi navê "Nora" kişand. Di belgefîlma xwe ya bi navê "İkinci Adres" de jiyan û serpêhatiyên pîrên Tirk ên ku li Londra jiyana xwe berdewam dikin naxşand. Perwerdehiya xwe ya ku li Beşa Bîyolojî ya Zanîngeha Dîcle dest pê kiribû, hêj li, Beşa Sînemayê ya Fakûlteya Îletîşim a Zanîngeha Marmarayê, berdewam dike. Pirtûkê bi navê "Rejîsor" yê Atif Yilmaz berhev kiriye.