Famîleya tolikê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Malvaceae hat beralîkirin)
Malva parviflora

Famîleya tolikê (Malvaceae) navê famîleyeke riwekan e. Di desteya tolikiyan (tolikkî) (Malvales) de cih digire. 9 binekom, 243 celeb, 4.225 heya 4.300 endamên vê famîleyê hene. Li seranser erdê kêm-zêde tê dîtin.

Kakao û pembû jî ji vê komê ne ku çandiniya wan tê kirin. Gelek celebên vê famîleyê park û baxçeyan dixemilînin. Tolik li Kurdistanê hezkirî ye, di gelek xwarinên pêjgeha kurd de tê bikaranîn. Ji xeynî tolikê kîjan celebên vê famîleyê li Kurdistanê digihên, ne diyar e, lewra xebateke zanistî li ser floraya Kurdistanê nehatiye kirin.