Marê sor

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Marê sor
Berbelaviya marê sor, li gorî rêxistina IUCN

Marê sor (Dolichophis schmidti) marekî bê jehr ji famîleya Colubridae ye. Li derdora newalan, baxçeyan û zeviyan dihê dîtin. Marekî stûzirav û drêj e. Rengê wî sor e lê ên ciwanên wan rengê qehweyî ye. Li ser pişta wan deqên reş he ne. Bi mezinbûniyê re deq winda dibin. Rengê zikê ciwanan spiyê berzere ye ê mezinan pirrtir sore ye. Bi granî bi ro çalak in û pirrtir şeveqan derdikevin nêçîrê. Xwarina wan, mişk, çûk, hêkên çûkan û tiştên weke marmarok û gumgumok in.

Bejna wan bi qeysî 160 cm yan e.

Di navbera 6-8 hêkan dikin û çêçikên wan di derdora 2-3 salan de dikemilin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji malpera Iucnredlist.org