Medreseya Axtepeyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Medreseya Axtepeyê, di çarîka pêşîn ya Sedsala 19'dan de, ji aliyê Şêx Hesenê Nûranî ve (1786 -1866) li gundê Axtepeyê hatiye avakirin.

Şêx Hesen Nûranî piştî ku li Bazîdê destûrnameya xelîfetiya Neqşîbendî ji Şêx Salihê Sipkî wergirtiye, çûye gundê Axtepeya girêdayî bi Çinara Amedê ve, li wir medreseyeke bi rekûpek ava kiriye. Şêx Hesen ji ber ku zanayekî pir dagirtî bûye, hem ders daye şagirdan, hem jî îrşad kiriye. Ji ber hindê ye ku jê re gotine Şêx Hesenê Nûranî.

Dema Şêx Hesenê Nûranî wefat kiriye, kurê wî Evdirehmanê Axtepî (1850-1905) hêj 12 salî bûye. Îcar li Medreseya Axtepeyê, ders ji aliyê Mele Selîm u Mele Muhemmed Emîn ve hatine dayîn heta kurê wî Evdirehmanê Axtepî xwendina xwe kuta kiriye û hatiye li Medreseya Axtepeyê dest bi dana dersan kiriye.

Di vê malbatê de ji ber ku fikra xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî ji bapîrê malbatê dest pê bûye, piştî Şêx Hesenê Nûranî, kurê wî Şêx Evdirehmanê Axtepî jî, kultura xwendin û nivîsandinê, li Medreseya bavê xwe geştir û şêntir kiriye.

Di Medreseya Axtepeyê de, gelek zimanên cuda hatine bikaranîn. Di lêkolîna min a li ser Medreseya Axtepeyê de, derket holê ku ji zimanê kurdî, yê erebî, farisî û osmanî zêdetir, tê de zimanê rûsî û yê yewnanî jî hatine bikaranîn. Yanî xwendin di vê medreseyê de bi 6 zimanan hatiye kirin.

Çavkanî[biguherîne]