Mehmûd Usman
Mehmûd Usman | |
---|---|
Navê rastî | |
Jidayikbûn | 1938 |
Hevwelatî | Iraq |
Perwerde | |
Meqam |
|
Partiya Siyasî | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Mehmud Osman (jdb. 1938 li Silêmanî) siyasetmedarekî naskirî yê kurd e.
Mehmud Osman xwendina xwe li Zanîngeha Silêmaniyê xedand. Têkiliya Mehmud Osman bi siyasetê re di sala 1962'a, dema ku ew bû endame Partiya Demokrata Kurdistanê (PDKê) destpê kir. Di nava PDKê de Mehmud Osman zû bi pêş ket û di sala 1968'a de bû cîgirê Mela Mistefa yê Barzanî. Di sala 1970'î de wî li ser şerrawestandinekê bi hikûmeta Iraqê re hevdîtin pêk anîn. Piştî ku Mehmud Osman ji PDKê veqetiya, bi Rasul Mahmed û Ednan Muftî re di sala 1980'î Partiya Sosyalista Kurdistan (PASOK) damezrand. Bi wê yekê Mehmud Osman û hevalên xwe bi partiyek nû derketin pêşberî herdû partiyên din yên mezin li başûrê Kurdistanê PDKê û YNKê. Di sala 1992'a de beşdarî hilbijartinên Parlamena Kurdistanê bû, lê di heman salê de ji Kurdistanê derket û çû Ingilîstanê û di sala 1995'a de dîsa vegeriya Kurdistanê. Weke siyasetmedarekî bi bandor Mehmud Osman ji bo şerrawestandinekê di navbera herdû partiyên kurdî PDKê û YNKê de di sala 2001ê dest bi hevdîtina kir û çû û hat. Piştî dagirkirina Iraqê ji aliyê DYEê Mehmud Osman bû endamê civata birêvebirnê ya berwext ya Iraqê. Ji sala 2004'a ve Mehmud Osman li ser Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê endamê Parlamena Iraqa federal e.