Meqesa Ehrîman

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Meqesa Ehrîman an li hin deveran Meqesa Şeytên, yek ji elementên çîroka Kurdî ye. Dafikek e. Kê ket ser vê meqesê xilasiya wê nîne, parçeyî dibe. Ehrîman mezinê xirabiyan e. Mirov divê xwe ji kirinên nebaş ên Ehrîman biparêze. Mirov divê Ehrîman piçûk nebîne, jê re rêzdariyê bike.

Ehrîman pirr zana ye. Tenê kesên zana dikarin serî bi wî re bikşînin. Bo mînak gava Ehrîman got "kerem ke derbas be ji derî", divê mirov bizanibe meqesa xwe daniye li paş şêmûgê. Divê mirov bêje "Ez benî, tu kerem bike, tu ji me hemiyan mezintir î. Berê divê mezin herin hundir". Ehrîman dikare meqesa xwe li gelek cihan dayne. Lehengên zîrek her gav dafikên Ehrîman pûç dertînin lê yên ku ketin ser meqesê mala wê mîrat e.