Here naverokê

Mişk (amûr)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ji bo maneyên din li Mişk (cudakirin) binêre.

Mişk, (bi Îngilîzî: mouse), bi piranî amûreke di nav kefa destan de tê girtin, tevgera wê ji aliyê komputerê ve tê şopandin û li dîmendera komputerê wekî nîşanek xuya dike. Di nav alavên komputerê de yek ji amûrên têketina daneyan e. Li gor modela mişkan, li ser wan dibe bişkokek an jî gelek bişkok hebin. Cara yekem mişkê komputerê di sala 1964'an de ji aliyê Douglas Engelbart ve hat çêkirin. Mişk tevgera dest wekî mekanîk, bi optîka bi LED, bi optîka bi lazer dikare bihise. Mişk daneyên xwe dikare bi riya qablo, înfrared, pêla radyo an jî Bluetoot bişîne komputerê.

Bêyî mişk, dema mirov bixwaze ji pêşekê, an ji cihekî dîmenderê tiştekî hilbijêre û bitikîne, divê mirov gelek bişkojkên qlavyeyê bitikîne, ev li gor çêkirina bernameyê dibe demek kin an dirêj bigire. Ji bo ev dem kintir bibe, bişk hatiye çêkirin. 

Mişkek

Mişk, amûreke kompûterê ye ku mirov di xebitandina kompûterê de sûdeyê jê werdigire.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Wîkîferheng Wîkîferheng: mişk – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir