Mizgefta Nûh Pêxember

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mizgefta Nûh Pêxember a restorekirî di sala 2009'an de. Li aliyê çepê, cihê ku dibêjinê gora Nûh e.
Çend turîst serdanî tirbeya Nûh a li Cizîra Botan dikin.

Mizgefta Nûh Pêxember û tirbeya wî ji yek cihên dîrokî û kevnare li Cizîrê ye.

Tê gotin cihê Mizgefta Nûh û tirba wî berî îslamê Dêr bo û navê wê jî “Derebuna” bo. Bi hatina îslamiyetê re wergerandinê mizgeftê hatîye kirin. Li qeta bin mizgeftê de tirba Nûh Pêxember heye. Li ser tirbê mizgefte û pêşiya deryê mizgeftê jî tirbeya Ebûliz Îsmaîlê kurê Rezaz heye. Tirbeya Nûh Pêxember pênc metreyan dirêj e.

Ziyaretkirin û dîtina tirbeya "babê mirovayetiyê yê dûwemîn" bala turîstên bîyanî û navxweyî dikişîne. Ew qeta bodrumê ya tirbeya Nûh Pêxember têde teng û dirêje.

Pêşî bi derincan mirov diçe xwarê, mirov digihêt cîyek yê nimêjê ya xwedî mîrabek kevnar, di nava mîhrabê de li ser kevirek sipî bi rengên sor û şîn nexşek hatîye çêkirin.

Li ser kevirekê nivîsandinek jî berî dûsed salan heye û di wê nivîsandinê de dibêje: “Kamûsa Fîrozabadî ka cihê tirbeya Nuh pêximber li kîjan cihîye dibêje.”

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • www.bedirxani.com