Moda Aeoliyan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Moda Aeoliyan a nûjen li ser La'yê

Moda Aeoliyan ew mod e ku ji navberên 1 tam, 1 nîvçe, 2 tam, 1 nîvçe û 2 tamê pêk tê. Dema ku em ji notaya 6emîn a modeke iyonyan (gama major) dest pê bikin û werin oktava wê notayê, em gamekê bi dest dixin; ew gam moda aeoliyan e. Ev mod di Serdema Barok de wekî gama mînor a xwezayî hatiye bikaranîn û bûye yek ji gamên bingehîn ên muzîka klasîk a rojavayî. Dema ku em ji notaya Layê heta oktava wê bê rasthatinî werin, em moda aeoliyan bi dest dixin.

Em dikarin moda aeoliyan wekî li jêrê çêkin: Dema ku em dengên 3yemîn, 6emîn û 7emîn ên gameke major nîv deng pes bikin, em gama aeoliyan bi dest dixin. Li jêrê gama Do aeoliyan ku bi nîv deng peskirina dengên 3yemîn, 6emîn û 7emîn ên di ser gama Do majorê re bêyî rasthatinî hatiye bidestxistin, tê nîşandan.

Em dikarin bibêjin ku navberên di rêzeya bingehîn a moda aeoliyan de dişibin navberên di meqama rêzeya Nîhavendê.