Moda Doryan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Moda Doryan a yewnanî li ser M'yê

Moda Doryan ew mod e ku ji navberên 1 tam, 1 nîvçe, 3 tam, 1 nîvçe, 1 tam pêk tê. Ji bo çêkirina vê modê pêwîst nake ku ev navber bêne jiberkirin. Dema ku em ji notaya 2yemîn a modeke iyonyan (gama major) dest pê bikin û bigihîjin oktava wê notayê, gamek derdikeve; ew gama derketî moda doryan e. Dema ku em ji notaya Reyê heta oktava wê bêyî derketina rasthatiniyê tên, em moda doryan bi dest dixin. Em dikarin moda doryan wekî li jêrê çêkin: Dema ku em dengên 3yemîn û 7emîn ên gameke major nîv pes bikin, em gama doryan bi dest dixin. Li jêrê gama doryan a Doyê ku dengên 3yemîn û 7emîn ên gama major a Doyê bêyî peskirinê hatiye bidestxistin, tê nîşandan.

Em dikarin bibêjin ku navberên rêzeya bingehîn a moda doryanê dişibe navberên rêzeya meqamê Huseynî.