Moda Lokriyan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Moda Lokriyan ew mod e ku ji navberên 1 nîvçe, 2 tam, 1 nîvçe û 3 tamê pêk tê. Dema ku em ji notaya 7emîn a modeke iyonyan (gama major) dest pê bikin û werin heta oktava wê notayê, em gamekê bi dest dixin; ew gam moda lokriyan e. Dema ku em ji notaya Sîyê heta oktava wê bê rasthatinî werin, em moda lokriyan bi dest dixin.

Em dikarin moda lokriyan wekî li jêrê hatiye nîşandan bi dest bixin: Dema ku em dengên 2yemîn, 3yemîn, 5emîn, 6emîn û 7emîn ên gameke major nîv deng pes bikin, em moda lokriyan bi dest dixin. Li jêrê moda Do lokriyan ku me bêyî rasthatinî bi peskirina dengên 2yemîn, 3yemîn, 5emîn, 6emîn û 7emîn ên di ser gama Do majorê re hatiye bidestxistin, tê nîşandan.