Muz
(Ji Muse hat beralîkirin)
Muz | |
---|---|
![]() | |
Perestvan | mîtolojiya yewnanî ![]() |
Agahiyên kesane | |
Jidayikbûn | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Muz an jî mûse (bi yewnaniya kevnare: Μοῦσαι, Moúsai) li gorî mîtolojiya yewnanî periyên ilhamê ne. Keçên Zeus û Mnêmosînêyê ne. Zeus û Mnêmosînê tekiliyên cinsî kirin û paşî ew li herêma Pierîayê ji dayik bûn. Neh caran hatin ba hev Zeus û Mnêmosînê, piştî salekê dûcaniyê neh keçên wan çêdibe.[1]Rêberê wan Kalîopê bû.
Muzên mîtolojiya yewnanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Her yekê sembola hûnerekî an jî yên zanistekê ye:
- Kalîopê (helbesta epîk)
- Klio (dîrok)
- Euterpê (muzîk û helbesta stranan)
- Erato (helbesta evînî)
- Melpomenê (trajedî)
- Polîhîmnia (beyt)
- Terpsîxorê (dans)
- Talia (komedî)
- Ûranîa (astronomî)[2]
“ | ...Neh xwişk bûn ew, tenê strîn bû karê wan... | ” |
— Teogonîa (50) - HÊSÎODOS |
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |