Muzeya Louvre

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Muzeya Louvre li Parîsê (Fransa)

Muzeya Louvre (bi fransî: Musée du Louvre) li Parîsê muzeya tewrî mezin û bi nav û deng e. Ew xanîye di navînê Parîsê ye, navberê çemê Seine û Rue de Rivoli. Hindirê Louvre li ser xetekê bi şeqama Champs-Élysées ra ye.

Dîrok[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Louvre di sedsala 12'an di bin Philipp II (fr) (Fîlîpê Duyem) da hate çêkirin. Wê demê Louvre qesrek bû. Wexte Parîs di sedsala 14'an da pir mezîn bû, Charles V (fr) (Karlê Pêncem) wê qesrê kir wek malekê. Lê wek mal Louvre di bi Henri II (fr) (Henriyê Duyem) di sedsala 16'an bû, wê demê di stîlê Ronesans îtalî da. Di salê 1682 da Louis XIV (Luiyê Çardehem) ji Louvre çû Château de Versailles (fr) (Qesrê Versailles). Şoreşê fransî disa Louvre bi nav û deng kir, çinkî li rojê 10'ê gelawêjê 1793 Louvre wek muzêyekî hate vekirin. Li wir xeznê melêk û xeznê kesên din yê resen dihatin dîtin. Napoleon Bonaparte wek hukumdar hate Louvre û birazî wî, Napoleon III (fr) (Napoleonê Sêyem) çêkirinê Louvre xelaskir. Ji salê 1873 Louvre ne malê melêkan ya hukumdarane, serokî Fransayê çû Palais de l'Élysée (fr; en) (Qesrê Elysée). Serokê berê yê Fransayê, François Mitterrand, di salên 1980'î da hîşt Louvre dîsa werê çêkirin. Ji wê demê da di Louvre da du muzeyên din hene: Musée des Arts Décoratifs (fr) (Muzeya Hunerê Dekoratîv) û Musée de la Mode et du Textile (fr) (Muzeya Mode û Tekstîlê).

Wêne[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Pir wêneyên wênesazên bi nav û deng di Louvre da ne.