Muzexaneya Şaristaniya Hewlêrê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Muzaxaneya Şaristanya Hewlêrê

Muzexaneya Şaristaniya Hewlêrê ( bi soranî: مۆزەخانەی شارستانیی ھەولێر, bi erebî: متحف أربيل الحضاري ) muzexaneyek arkeolojîk e ku li bajarê Hewlerê paytexta Kurdistana Îraqê ye. Duyem mezintirîn muzexaneya Kurdistana Iraqê ye, piştî muzexaneya Silêmanî li parêzgeha Silêmanî ji aliyê naverok û berhevokan ve. Berhemên wan vedigere serdema berî ya dîrokî ya serdema Abbasî ya dawî Tê de hene.[1]

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Avahiya yekem a Muzeyê di nîvê sala 1960-an hatîye avakirin û hindik berhem tê de hebûn. Avahî biçûk bû û li nava dilê bajarê Hewlêrê, li navçeya Minarahê bû. Wê demê rêvebiriya pişkinîna şûnwaran ya Hewlêrê ji birêvebirina mûzexaneyê berpirsyar bû. Di nîvê salên 1970-an de, avahiya muzeyê ji bo Keleha Hewlêrê hat veguhestin. Mûzeyê ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Arkeolojîyê ya li Bexda ve hate rêvebirin. Piştî wê, gelek berhemên ji serdemên kevnar ên cuda, ji Muzeya Iraqê ya li Bexdayê weke deynekî daîmî ji muzeyê re hatin veguhastin. Naverok û koleksîyonên muzeyê pir mezin bûn. Projeyek din ji bo avakirina avahiyek nû di sala 1985'an de dest pê kir, jî bo bicihkirina hejmara berhemên zêde. Avaniya niha di sala 1989an de hate vekirin, piştî bidawîbûna şerê Iraq û Îranê (1980-1988) û nêzî qereqolê kevn yê Qalinj Agha ye. Piştî dagirkeriya Kuweytê (ji aliyê Artêşa Îraqê ve) di sala 1990'an de, serhildana Kurdan di sala 1991'an de û şerê navxweyî yê Kurdan di nav salên 1990'an da, gelek arşîvên muzeyê hatin winda kirin. Ji ber vê yekê, agahiyên li ser gelek destkeftî û berhemên muzeyê winda bûn.[2]

Salonên Mûzexaneyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yek ji salonên Muzexaneya Şaristaniya Hewlêrê ku berhemên Mezopotamyayê yên ji serdema Paleolîtîk heta destpêka hezarsala 2. a B.Z wêre nimayîş kirin.
Konê bingeha Perestgehê ya Gudea, serwerê Lagash. Serdema Ur III. Dinav Muzexaneya Şaristaniya Hewlêrê

Avahîya muzeyê biçûk e, ji sê salonên nîşandanê pêk dihê: Di salona yekem de, berhemên ji serdemên beriya dîrokî heta destpêka Mîlenyûma 2' yemîn beriya zayînê de hene. Mêvan wê berhemên ji serdema Paleolîtîk, Çermo, Halaf, Semara, Ûbeyd, Ûrûk, Erîdû, Dînastîka Destpêkê, Akadiyan û Neo-Sumeran bibînin. Çend hêman berê xwe didin serdema Babîla Kevin. Salona duyemîn berhemên ji serdemên Ûrartû, Hûrî, Asûrî (hem Navîn hem jî Neo-Asûrî), Seleukî û Hatra nîşan dide. Ji serdema Neo-Babîlê ti berhem nîne. Di salona dawî de berhemên ji serdemên Sasanî û Îslamî (piranî Abbasî) hene.[3]

Demjimêra vekirinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Muze ji Duşemê heta Pêncşemê vekirî ye, 9:00ê sibehê heta 13:00ê êvarê. Di rojên cejnê de girtî ye. Derî belaşe.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Erbil Civilization Museum | Unbelievable Kurdistan - Official Tourism Site of Kurdistan". bot.gov.krd. Roja gihiştinê 14 kanûna pêşîn 2023.
  2. ^ iraqiinstitute (6 çiriya pêşîn 2011). "Erbil Civilization Museum". Iraqi Institute (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 14 kanûna pêşîn 2023.
  3. ^ Amin, Osama S. M. "Visiting the Erbil Civilization Museum – World History et cetera" (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 14 kanûna pêşîn 2023.