Nîşaneya nexweşiyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Berjeng yan semptom, rewş an hestên neasayî yên nexweşekî ne. Berjeng tenê ji bo nexweşî dihên hest kirin anko subjektîv in, lê carina kesên dî jî (ji bo mînakê pizişk jî) her wê berjengê bibînin an hest bikin, wê demê ew berjeng dibe tiştekê objektîv. Wê demê navê wê dibe nîşan. Nimûneyeka vê dikare ta be: Nexweş hest bi tayê dike (berjeng), û kesên derdora wî jî dikarin bi germîya zêde ya leşê wî bihesin, an pizişk bi amûrê pîvana tayê anko tapîvê bibêje ka taya wî çend pile ye (nîşan).

Nimûneyine berjengên nexweşiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Êşa diranan berjeng e, lê orimandina goştê diranan nîşan e.
  • Kuxik berjeng e, lê her di wê demê da, dîtin û bihîstina koxikê ji alîyê kesên dî ve wê koxikê dike nîşan jî. Dîsa, her girêdayî wê koxikê, pizişk dikare bi guhdarîkirina dengên pişî anko bêhnhilkêşana nexweşî pê bihese ko hewdan anko înfeksyon di sî anko pişika nexweşî da heye. Ew dengên ko pizişkî bihîstine nîşan in.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]