Nûzakî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Nûzakî, mindalokî, zarzimanî, zimanê zarokên biçûk ji axavtin, awayê ristina hevokan û bi giştî ziman û cîhana zarokên ji 3 salê biçûktir re tê gotin.

Hin zarok heya 5 salî jî dikarin baş bi zimanê mezinan nekarin, ev gelek normal e, divê mirov bingeha wê li cihekê din bigere, ne ku zarok kêmgihîştî ye.

Zimanê zarokan, zimanê ku zarokên biçûk bikartînin, bi viya daxwaz û helwestên xwe tînin ziman e. Viya ji mezinan fêr dibin, di cîhana têgihîna xwe de dinirxînin, biwate dikin û viya bi qasî ku gihana wan (werar) dest dide, bi hin sîmbol û bêjeyan didin der.

Mezin jî ji bo ku nûza baş ji wan têbigihên, hewl didin xwe ku bi wwê zimanê bi wan re biaxivin, daku fêhm bikin. Bêjeyên vê zimanê pirranî ji olandanên bêjeyên zimanê mezinan û ji onomatopoetîkayê ne.

Gelek zimannas dibêjin ku di nava derketina zimanan û bipêşketina zimanê zarokan de têkiliyeke rasterast heye. Herwiha zimannas dibêjin ku zimanên herî kevn, bingehxurt, ên pirr bêjeyên zimanê zarokan û bêjeyên xwezayê teqlîd dikin dihewînin.

Kurdî jî ji wan zimanan e ku hêj jî gelek bêjeyên xwezayê (bo mînak deng, fonksiyon ûêd) dihewîne. Bo mîkan qijik, qirik, legleg, xuşînî, kelandin (ji dengê kelekelê), qijilandin, vizik (mixmixk) hww.

Nûza jî wisa zimanê mezinan teqlîd dikin, ji kûçîk re ewtewt, ji ji kitikê (psîk) re meûmeû dibêjin. Hin bêje jî ji taybetiya fonksiyona tiştekê dertînin, bo mînak dema dayik wan dikin xewê loriyan dibêjin. Heger zarok bixwaze bixewe, daxwaza xwe "lala" tînin ziman. An jî "eee".

Herwiha binêrin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Anna Winner: Kleinkinder ergreifen das Wort - Mindalok hewla bêjeyê de. Cornelsen, Berlin, 2007, ISBN 3-589-24522-0. (almanî)