Naturalîzm
Naturalîzm bizavek wêjeyî ye.
Naturalîzm di dawiya sedsala 19. de derketiye holê û wan qezencên ku Charles Darwîn li ser esasê zanîstiyê afirandibû di warê wêjeyê de sepandiye. Di vê bizavê de vegotin dûrê darezên ehlaqî û bergeha hilbijêr maye. Ji ber ku daneyên zanistî bingeh girtiye, bi vî aliyê xwe ve ji rasteqîniyê veqetiyaye. Nivîskarên vê bizavê mêla xwe danîne ser rêzikên ehlaqî û aqilî, zêdetir jî danîne ser aliyên wekî rasthatî û fîzyolojîk ên mirovan. Li gorî vê bizavê mirov berhemeke derdor û genetîkî ye. Lê belê di bin nîrên wekî zextên ku ji aliyê civak û aboriyê ve tên dinale. Takekes li hemberî vê rewşê bi ajoyên hundirî tevdigerin û ji diyarkirina çarenûsa xwe pêmen in. Ji ber vê yekê jî li hemberî kiryarên xwe, ne berpirsiyar in. Di vê bizavê de berhemên wekî dîroka wêjeya îngilîzî ku Hippolyte Taine nivîsandiye, romana Germenie Lacarteux ku Birayên Goncourt nivîsandiye û her wiha romana ezmûneyî ya Emile Zola hene.
Hinek nivîskarên ku bi vê cûreyê berhem nivîsandine ev in;
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Emile Zola, Huseyin Rahmi Gurpinar, Hoppolyte Taine, José Maria Eça de Queirós, Jack London, Alphonse Daudet