Navçeya saetî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Navçeya demjimêrî hat beralîkirin)
Nexşa Navçeya Saetî
Xêzedema Guhertinê

Navçeya saetî, an jî beşên saetê, an jî bikurtî UTC (bi Îngîlîzî, Coordinated Universal Time ) navçeyê ko li deman heman heye. Gorî we dinya bi toziya 15° niqira, qasî ko navberê de herî pir saetek bibe, hatiya par kirin e. Gorî wê dinya li 24 navçeya saeta par bûya. Li Cemseran 24 saet jî hêne, lê li Antarktîka tim UTC heye.

Bi rast li derekê roj gîşte xala herî bilind, li wir saet 12 ne. Lê gorî navçeya saetî jî li ser nexşeke, an jî bi rast mirov aliya rojhilat de hara saet kêm dibe, ku rojava da hara jî saet pêş de dera. Ew saet kêm bûn, an jî pir bûn e sînoraka xwe he ye. Bi wê re Xêzedema Guhertinê tê gotin. Mirov aliya rojhilat de wê xêzê derbaz bike rojakî kar dika, aliya rojava de derbaz bike jî rojakî winda dike.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navçeya Saetî herî pêş de li Brîtanya de, di 1 Berfanbarê, 1847an de ji bo British Railways hat bikaranîn. Navçeya Saetiyakê tevayî li cîhanê herî pêş de endazeyarekî rêhesinî li Kanada Sandford Fleming 1879an de bi "saetê rêhesin" pêşniyarî kir. Di Kewçêrê 1884an de Washingtonê di konferanseka li ser meridyenan(Konferansa Meridyanan Navnetewî) de hat pejirandin ku dinya bi 24 navçeye saeta, her yek di 15 meridyenan hatî pê, par ve bibe. Navbera her navçeyakê de jî bila saetek, 60 hûrdemin bibe. Disa di wê konferansê da hat biryar kirin ku bila dîdexaneyê Greenwich a li London meridyena sifir be.

Îro[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li dinya niha gorî navçeya saetî(UTC) hatiya par ve kirin. Ji bo wê Greenwich Mean Time tê hilgirtina bal e. UTC gorî meridyena sifîr li Greenwich ê li Londra tê mîheng kirin.

Her Dewletek navçeya saetiyeka xwe heye. Welatê li rojhelat û rojava dirêj dibin li yeka pir tir Navçeya Saetî xwe hêne. Rûsya bi 11 DYE 6, Kanada 5, Brezîlya 4, Awistralya û Meksîk jî bi 3 navçeya saetî hatiya par ve bûn. Çi qas Çîn jî li ser rojava û rojhalat jî welatekê gelek fireha jî navçeya saetiyeka tenê heye. Ji bo wê sînorên Efxanistan û Çin de 3 saet ciyawazî heye.

Saeta Havînî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gelek welat di biharê de derbaza navçeya saetiyeka din dibin, payîzê jî şinda vedigerin. Minakî welatên ewropa; zivistanî welatên ewropa ê pir navçeya saetiya UTC+1 de ne. Ji bo havînî roj hîn pir bibînin derbaza navçeya saeta UTC+2 dibin. Payîzî şinda vedigerine UTC+1.

Bibîne[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdana Web[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]