Navenda Anîmasyonê ya Sêûlê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Navenda Anîmasyonê ya Sêûlê
서울 애니메이션 센터
  • Karwerî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 1999 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.ani.seoul.kr/eng/
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Navenda Anîmasyonê ya Sêûlê (bi koreyî: 서울 애니메이션 센터) muzexaneya fîlmên anîmasyon û kertonî û navendeke çalakiyan e ku li berwarê Namsan li Jung-gu, Sêûlê ye.Ew ji hêla Hikûmeta Şaredariya Sêûlê ve di gulana 1999an de hate damezrandin da ku piştgirî bide pîşesaziya xêzeçîrok û anîmasyonê ya Koreya Başûr û paşê bi lîstik û karakteran hate berfireh kirin.

Dîrok û cih[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navenda ku di gulana 1999an de hate damezrandin, li Yejang-dong li qiraxa bakurê Çiyayê Namsanê ye û çar avahiyên cihê ku di sala 1962an de hatine çêkirin digire. Ew pêşangeh, bernameyên perwerdehiyê û festîvalan li dar dixe û her sal pêşwaziya zêdetirî 250 000 mêvanan dike.[1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Fulcher, Merlin (26 îlon 2016). "Competition: Seoul Animation Centre, South Korea". Architectural Review (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 22 çiriya paşîn 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 16 kanûna paşîn 2023.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]