Here naverokê

Nebuloz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nebuloza mezin a bi navê Oriyon

Nebuloz (ji latînî nebulosus ku tê wateya "bimij, biewr") ewrên guhêrbar in ku ji pirtik û gazan pêk dihên û di fezaya navstêrkan de dihên dîtin. Pirraniya nebulozan bi alîkariya teleskopan hatine vedîtin. Tenê nebuloza Andromedayê bi çavan diyar e û dûrbûna wê du mîlyon salên tîrêjê ye.