Here naverokê

Nefertîtî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nefertîtî
Image dans Infobox.
Keybanû (d)
Fîrewn
Jidayikbûn
Nêz.Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Têbes (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Mirin
Nêz.Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Amarna (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Sernavê esilzade
Jina Mezin a Qraliyetê (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
KeybanûLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Salên çalak
Sedsala XIV b.z.Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Malbat
Xanedana 18an a Misirê (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Bav
Ay (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xwişk û bira
Mutnedjmet (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevjîn
Messi (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Zarok
Neferneferuaten Tasherit (en)
Meritaten (en)
Meketaten (en)
Setepenre (en)
Neferneferure (en)
Ankhesenamun (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

Nefertîtî (li dora 1370 b.z. – 1330 b.z.), şahjina xanedaniya 18an a Misira kevnare ye ku hevjîna qiral (firewn) Akhenaton e. Nefertîtî û hevjîna wê ji bo sererastkirina radîkal a siyaseta dînî ya dewletê ku di nav de forma herî pêşîn a yekxwedayî ya naskirî (Atenîzm) hatine naskirin ku li ser dîska rojê û girêdana wê ya rasterast bi malbata qiral ve ye tên nas kirin. Misira kevnare di hemaya serweriya Nefertîtî û hevjîna wê de serdema herî dewlemend derbas dike. Her çend ev nasname mijarek nîqaşa berdewam be jî hinek lêkolîner bawer dikin ku Nefertîtî piştî mirina hevjîna xwe û berî bilindbûna qiral Tutankhamun wekî şahjin bi navê Neferneferuaten li Misira kevnare hikum kiriye.[1] Ger Nefertîtî piştî mirina mêrê xwe wekî şahjina hikum kiribe dibe ku hilweşîna Amarna û veguhestina paytext a bajarê kevneşopî ya Thebesê di dema serweriya wê de pêk hatîye.[2]

Tê texmînkirin ku belgekirinên berfireh ên jiyana Nefertîtî hatibe perçe kirin û hatiye winda kirin. Dîroknas tenê dikarin destnîşan bikin ku Nefertîtî ji nîjadek ku ji derveyî kesên di bin serweriya Misirê de ye mezin bûye. Piştê ku bi qiral Akhenaton re dizewice yekem jin e ku bilindê asta qiral bûye û di rêveberiya serweriyê de dibe xwedî erk. Misira kevnare di dema desthilatdariya wê û hevjîna wê Akhenaton de serweriyeke dewlemend û ewlehî bi dest xistiye.

Nefertîtî bi bedew bûna xwe û bi rola xwe yê polîtîk di dema amarniyan de deng vedaye. Berî niha bi pêlekê dema ku komek arkeologên amerîkî dest bi restorekirina pîrozgiha Aton dikin, arkêologan dîtin ku li ser dîwarê mozaîk ku giranî mozaîkê nêzîkê 6 hezar ton e wêneyên Nefertîtî ji wêneyên key Axenaton pirtir hatine neqişandin. Di neqşan de şahjina tevlî qiral li cihê fîrewnan li pêşiya xwedayê xwe têne dîtin. Di dîmenan de tê dîtin ku şahjin dijminê Misirê ceza dike. Li gorî dîmenên ku têne dîtin nîşan didin ku Nefertîtît xwedî hêzek mezin e.

Nav û pênase[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nav û pênaseyên Nefertîtî

  • Prensesa erdîtî (Iry-pat)
  • Pesindayînên mezin (wrt-Hzwt)
  • Xatûna keremê (nbt-im3t)
  • Evînşêrîn (bnrt-mrwt)
  • Xatûna du welatan (nbt-t3wy)
  • Jina padîşahê sereke, delala wî (Hmt-nswt-‘3t mryt.f)
  • Jina padîşahê Mezin, hezkiriya wî (Hmt-nswt-wrt mryt.f)
  • Xanima Hemû Jinan (Hnwt-Hmwt-nbwt)[3]

Malbat û jiyana destpêkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Figurekî rawestayî ya Nefertîtî ku ji kevirê kilsîn hatiye çêkirin. Fîgûr niha li Muzexaneya Misirê ya Berlînê ye.

Li ser jiyana Nefertîtî beriya zewaca wê yê bi qiral Akhenaten re zêde tiştek nayê zanîn. Di dîmenên ji gorên mîrên li Amarna de tê gotin ku xwişkek Nefertîtî bi navê Mutbenret hebûye.[4] Di heman demê de jinek bi navê Tey heye ku sernavê "Hemşîreya Jina Qraliyeta Mezin" wergirtiye. Bi ser de, mêrê Tey, Ay, sernavê "Bavê Xwedê" hilgirtibû. Li gorî hinek misirnasan ev sernav ji bo kesek ku keça wî bi fîrewn re zewicî ye hatiye bikar anîn.[5] Li ser van sernavan tê pêşniyar kirin ku Ay bavê Nefertitî ye. Lê di çavkaniyên heyî de ne Ay û ne jî Tey bi eşkereyî wekî dê û bavê Nefertitî nayên binavkirin. Di heman demê de ji ber bandora Nefertîtî ya mezin a ku di jiyana Nefertîtî û piştî mirina wê de hiştiye, ku Ay bavê Nefertîtî ye tu ihtimalên ku bê hesibandin tine ne.[5] Li gorî teoriyeke din, Nefertîtî ji xeynî Tey keça Ay û jinek bû lê jina yekem a Ay berî ku Nefertîtî bibe şahjin dimire. Piştre li wir Ay bi Tey re dizewice Tey ji Nefertîtî re dibe wekê dayik. Lêbelê ev pêşniyar bi tevahî li ser texmîn û rawêjanin.[6]

Di heman demê de hatiye îdîakirin kirin ku Nefertîtî xwişka Akhenaten e. Her çend ev îdîa bi sernavên wê yên ku sernavê "Keça Padîşah" an "Xwişka Padîşah" nagire berevajî ye, bi gelemperî ji bo nîşankirina xizmek fîrewnek hatiye bikar anîn.[5] Teoriyeke din a derbarê dê û bavê wê de ku hinek piştgirî bi dest xistiye, Nefertitî bi prensesa Mîtanî Tadukhipa re girê dide ku li ser navê Nefertîtî ("Jina bedew hat") hatiye sekinandin ku ji aliyê hinek lêkolîneran ve wekî nîşana eslê wê yê biyanî tê texmîn kirin.[7]

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fîgurên Akhenaten û Nefertîtî ji Xanedaniya 18em s Misirê.

Nefertîtî yekem car di dîmenên ku li Thebesê hatine dîtin de xuya dibe. Di gora xerabûyî (TT188) ya serpereştê padîşah Parennefer de, padîşahê nû Amenhotep IV bi jinek padîşah re tê û ev jin tê texmîn kirin ku wêneyek pêşîn a Nefertîtî ye. Di dîmenê de qiral û qiralîçe (Nefertîtî) dema ku baweriya Atenê dihebînin têne dîtin. Di tabletên ku di gora wezîr Ramose de hatine dîtin, Nefertîtî di dema merasîma xelatkirina wezîr de li pişt Amenhotep IV di Pencereya Nêrînê de rawestiyaye tê dîtin.[8]

Di salên destpêkê de li bajarê Thebesê, Akhenaten (di wî demê de jî wekî Amenhotep IV dihate zanîn) çend perestgeh li Karnakê daye avakirin. Yek ji avahiyan, Perestgeha Amenhotep IV (hwt-ben-ben), ji Nefertîtî re hatiye dehî kirin. Nefertîtî bi keça xwe Merîtaten re hatiye teswîrkirin û di hinek dîmenan de prenses Meketaten jî tê dîtin. Di dîmenên ku li ser talata têne dîtin de, Nefertîtî hema hema du caran ji mêrê xwe zêdetir xuya dibe. Nefertîtî di dîmenan de ku li pişt hevjîna xwe di pêşkêşkirina dîmenan de di rola şahjin de ku piştgirî dide mêrê xwe tê dîtin lê ew di dîmenan de jî hatiye teswîr kirin ku bi gelemperî wêneyên bijare yê qiral e. Di hinek dîmenan de tê dîtin ku Nefertîtî li dijmin dide û dijminên ku hatine girtin textê wê dixemilînin.[9]

Di sala çarem a padîşahiya xwe de, Amenhotep IV biryar dide ku paytext bibe Akhetaten (Amarna nûjen). Di sala xwe ya pêncem de, Amenhotep IV bi fermî navê xwe guhert û navê Akhenaten li xwe datîne û Nefertîtî ji niha û pê ve wekî Neferneferuaten-Nefertiti tê zanîn. Guhertina nav nîşana girîngiya her ku diçe zêdebûna çanda baweriya Atenê bû. Nefertîtî dînê Misirê ji dînekî pirxwedayî vediguherîne dînekî ku dibe ku baştir dibe dînekî wek yekxwedayî (baweriya yekxwedayî ku tenê ji xwedayekî re perestin bê kirin) yan jî wekî henoteîzm (yek xweda ku ne xwedayê bi tenê ye) were binavkirin.[10]

Stêlên sinor ên salên 4 û 5an sinorên bajarê nû destnîşan dikin û destnîşan dikin ku barkirina bajarê nû Akhetaten di wê demê de pêk hatîye. Bajarê nû gelek perestgehên mezin ên vekirî yên ku ji bo baweriya Atenê hatine dehî kirin vedihewîne. Nefertîtî û malbata wê ji xeynî Qesra Qraliyetê ya Mezin a ku li navenda bajêr e dibe ku li Qesra Bakur jî jiyan kirine. Nefertîtî û yên din ên malbata qiral di dîmenên li qesran û di gorên mîran de bi awayekî berbiçav têne dîtin. Di vê demê de karbidestek Nefertîtî bi navê Meryre II heye ku ew berpirsiyarê birêvebirina mala Nefertîtî bû.[8]

Nivîsarên li gorên Huya û Meryre II yên ku di sala 12an a meha 2yem a Peret û di roja 8an de hatiye dîrok kirin, xeracek biyanî ya mezin nîşan dide. Xelkê Kharu (bakur) û Kush (başûr) têne dîtin ku diyariyên zêr û tiştên hêja ji bo Akhenaten û Nefertîtî tînin. Lewheyên ku di gora Meryre II de têne dîtin, qiral û qiralîçe bi şeş keçên xwe re ku li koşkekî rûniştî ne dide nîşan. Ev jî yek ji wan demên dawî ye ku prenses Meketaten dema ku li jiyanê ye tê de tê dîtin.

Du cihên ku Nefertîtî temsîl dikin ku ji aliyê Flinders Petrie ve hatine kolandin dide nîşan ku Nefertîtî di dema navîn û paşîn a padîşahiya Akhenaten de 'piştî şêwaza zêdegavî ya rêveberiya wî û salên pêşîn ku hinekî rehet bûn' nişan didin. Yek ji van perçeyên piçûk e ku li ser kevirê kilsin e û nexşeyek pêşîn a Nefertîtî ye ku taca wê ya dirêj a diyarkirî ya ku li dora dev, çene, guh û teba tacê dest pê kiriye dide nîşan.

Dibe ku Meketaten di sala 13an yan jî di sala 14an de miriye. Nefertîtî, Akhenaten û sê prenses têne dîtin ku şîna Meketaten digirin.[11] Nivîsa dawîn a dirokkirî ya ku navê wê û Akhenaten lê ye, ji nivîsareke avahiyê ya di kana kevirê kilsinî de ji Dayr Ebû Ḥinnis tê. Ev nivîsar di sala 16an a padîşahiya qiral de ye û di heman demê de nivîsa paşîn a dîrokkirî ye ku navê qiral tê de ye.

Mirina wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Teoriyên kevn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Teoriyên Misirê yên beriya sala 2012an difikirîn ku Nefertîtî li dora sala 12an a serdestiya Akhenaten ji tomarên dîrokî winda dibe. Di sedemên texmînkirî de birîndarbûn, nexweşiya webayê ku li nav bajêr belav bû û sedemek xwezayî ye. Ev teorî li ser vedîtina çend perçeyên ushabtiyê yên ku ji bo Nefertîtî hatine nivîsandin (niha li Louvre û Muzexaneya Brooklyn cih digirin) bû.

Teoriya berê ya, dema ku ji dilî jêbirina abîdeyên qralîçeya Akhenaten hate pêkanîn ku di şûna wê de behsa Kiya bike, ji ber çavên Akhenaten de dikeve, hatiye pûçkirin.[12]

Di dema desthilatdariya Akhenaten de (û dibe ku piştî desthilatdariya wî jî berdewam kiriye), Nefertîtî xwedî hêzek bêhempa bû. Di sala 12dem a padîşahiya wî de, delîl hene dibe ku ew di bilindê statûya hevserokatiyê dibe:[13] wekê ku li ser stêla hevkariyê dixuyê Nefertîtî di statûya fîrewn (qiral) de wekhev e.

Dibe ku Nefertiti hikumdarê bi navê Neferneferuaten be. Hinek teorîsyen destnîşan dikin ku Nefertîtî hêj sax bû û bandora wê li ser endamên ciwanên malbat a qiraliyetê çêdibe. Ger wiha be, ew bandor û tê texmîn kirin ku jiyana Nefertîtî bi xwe dê di sala 3 ya serdestiya Tutankhaten (1331 b.z.) de biqede. Di wî salê de, Tutankhaten navê xwe diguherîne û navê Tutankhamun li xwe datîne. Ev jî delîla vegera wî ya ji bo perizîna fermî ya Amun e û terikandina Amarnayê ye ku paytexta welêt vegerandiye bajarê Thebesê.[14]

Teoriyên nû[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala sala 2012an de, vedîtina nivîseke dîrokkirina bi sal 16, meha 3 ya Axetê, roja 15 a serweriya Akhenaten hate ragihandin.[15] Nivîsar di nav Kana 320 de ku yek ji mezintirîn kana kevirê kilsinî de bû li Dayr Abū Ḥinnis hatiye dîtin.[16] Nivîsara ku ji pênc rêzan pêk tê ku bi xweliyê sor hatiye nivîsandin ku behsa hebûna "Jina Qraliyeta Mezin, Evîna Wî, Xatuna Du Welatan, Neferneferuaten Nefertîtî" dike.[17][18] Rêza dawîn a nivîsarê behsa xebata avahîsaziyê ya domdar ku di bin serweriya nivîsmendê (katib) qiral Penthu de li Perestgeha Atenê ya Biçûk a li Amarnayê tê meşandin, dike.[19] Van der Perre wiha dibêje:

Ev nivîs delîlên nayên nakokîkirin pêşkêş dike ku hem Akhenaten û hem jî Nefertîtî di sala 16em a serweriya wî [Akhenaten] de hê jî li jiyanê bûne û ya girîngtir jî ku ew hê jî heman pozîsyonên ku di destpêka serdestiya wan de bûn diparêzin. Ev yek hewce dike ku salên dawîn ên Serdema Amarnayê ji nû ve li ser bê fikir kirin.

Ev tê vê wateyê ku Nefertîtî di sala duyem de heya paşîn a serweriya Akhenaten de sax bû û destnîşan dike ku Akhenaten hê jî bi tenê li kêleka hevjîna (Nefertîtî) xwe hikum dike. Ji ber vê yekê, divê desthilatdariya fîrewnê jin Amarna ku wekî Neferneferuaten tê zanîn di navbera mirina Akhenaten û hatina Tutankhamun de were danîn.

Veşartina wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Parçeya ceribandinê ya kevirê kilsin ku serê Nefertîtî nîşan dide.

Mebesta veşartina Nefertîtî bû ku di nav Gorê Qraliyetê de ku di Stêla Sinorê de hatiye danîn, were çêkirin.[20] Tê texmînkirin ku pêveka neqediyayî ya tirba qiral ji bo karanîna tirba wê were bikaranîn. Lêbelê ji ber ku diyar e ku Akhenaten berê wê miriye, pir ne gengaz e ku ew li wir were veşartin. Gora neqediyayî ya 29an ku bihata qedandin dê dimenên wê pir dişibin gora Qraliyetê, berendamê herî muhtemel e ji bo gorek ku ji bo bikaranîna taybetî ya Nefertîtî hatiye destpêkirin.[21] Ji ber ku joreyek definkirinê tine ye Nefertîtî li wir jî nehatiye veşartin.

Di sala 2015an de, arkeologê îngilîz Nicholas Reeves ragihand ku bi lêgerîna dîtbariyên bilind valahî li pişt dîwarên gora Tutankhamun dîtiye ku pêşniyar kiribû ku bibe joreya goristana Nefertîtî[22][23] lê lêgerînên radarê ya paşîn nîşan da ku li wir ti joreyên veşartî tine ne.[24][25]

Di sala 1898an de arkeologê fransî Victor Loret di nav wan kesên ku di hindurê gora Amenhotep II de li KV35 li Geliyê Qralan veşartibûn, du mûmiyên jinan dîtin. Ev her du mûmiyên ku bi navê 'Xatûna Pîr' û 'Xatûna Biçûk' têne zanîn, wekî berendamên mihtemel ên bermahiyên wê hatin destnîşankirin.

Gotarek di kovara KMT de ku di sala 2001an hatiye weşandin de hatiye pêşniyar kirin ku Xanima Pîr dibe ku Nefertîtî be. Lêbelê paşê hate dîtin kirin ku 'Xatûna Pîr' bi rastî Tiye ye ku dayika Akhenaten e. Kulîlkek porê ku di tabûtekê de li ser nivîsek bi navê Qral Tiye hat dîtin, bi porê 'Xatûna Pîr' re hemahengiyek bêkêmasî îspat dike.[26] Analîzên DNAyê piştrast dike ku ew keça dêûbavên Tiye Yuya û Thuya bû.[27]

Di 9 hezîran sala 2003an de arkeolog Joann Fletcher ku pisporê porê kevnar ê ji Zanîngeha Yorkê li Îngilîstanê, ragihand ku mûmiya Nefertîtî dibe ku jina ciwan be. Ev teorî ji aliyê Zahi Hawass û çend misirologên din ve hatin rexnekirin.[28] Di projeyek lêkolînê ya paşîn de ku ji aliyê Hawass ve hatiye birêvebirin, mûmiya bi analîza CT û analîza DNAyê hatin analîz kirin. Bi van analîzan lêkolînwanan derxistin holê ku ew jin dayika biyolojîk a Tutankhamun e, keça nenas a Amenhotep III û Tiye ye, ne Nefertîtî ye.[29]

Mûmyayên li KV21B[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yek ji du mûmyayên jin ên ku di ku KV21 de hatine dîtin wekî laşê Nefertîtî hatine pêşniyar kirin. Analîza DNA têra xwe daneyan peyda nekir ku nasnameyek teqez çêbike lê piştrast kir ku ew endamek rêza padîşahiya Xanedaniya Hejdehan ye.[30] Lêgerîna CTyê eşkere dike ku ew di dema mirina xwe de nêzîkî temenê 45 salî bû ku milê wê yê çepê li ser sînga wê bi nîşana 'qiralîçeyê' xwar kiribû. Nasnameya muhtemel li ser têkiliya wê ya bi mûmyaya ku wekî Ankhesenamun tê naskirin ve girêdayî ye. Tê pêşnîyar kirin ku çawa ku dê û keçek (Tiye û Xanima Biçûk) di KV35 de bi hev re razayî hatine dîtin, heman tişt ji bo van mûmyayan jî derbasdar e.[31]

Tîpên hîtîtan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li paytexta hîtîtan, li Hattûsa ya kevnar belgeyek ku ji serdema Amarna ye hatiye dîtin. Belge beşek ji belgeya bi navê Tapiya Suppiluliuma I e. Serdarê hîtîtan dema ku Karkemiş dorpêç dike, nameyek ji şahjina Misirê werdigire. Di nameyê de wiha tê gotin:[32]

Mêrê min mir û kurê min tineye. Ji bo te dibêjin ku gelek kurên te hene. Dibe ku tu yek ji kurên xwe bidî min ku bibe hevjîna min. Ez naxwazim yek ji rajêrî yên xwe wek mêr bigirim... Ez ditirsim.

Ji ber ku jinên padîşah ên Keyaniya Nû tu carî bi kesên ji padîşahiyên biyanî re nezewicîne, ev pêşniyar wek pêşniyarek awarte tê hesibandin.[33] Suppiluliuma ez ecêbmayî mam û ji dîwana xwe re got:[32]

Di tevahiya jiyana min de tiştek wiha nehatiye serê min!

Bê guman ew hişyar bû û şandeyek hebû ku rewşê lêkolîn bike lê bi vî rengî, wî şansê xwe ji dest da ku Misirê bike nav împaratoriya xwe.[32] Wî di dawiyê de yek ji kurên xwe, Zannanza şand, lê mîr di rê de dimire, dibe ku di rê hatiye kuştin.[34]

Nasnameya şahjina ku vê name nivîsandiye ne diyar e. Di salnameyên hîtîtan de jê re Dakhamunzu tê gotin, ku wergera sernavê misirî ya Ta hemet nesu (jina qiral) ye.[35][36][37] Ji bo jinên ku vê nameyê şandine li ser navê Nefertîtî, Merîtaten û Ankhesenamun hatiye sekinîn lê ne diyar e ku ev name ji aliyê kîjan jinê vê hatiye şandin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Perre, Athena Van der. "VAN DER PERRE, A., 'The Year 16 Graffito of Akhenaten in Dayr Abu Hinnis', JEgH 07.01 (2014), 67-108". VAN DER PERRE.
  2. ^ "- YouTube". www.youtube.com. Roja gihiştinê 29 kanûna paşîn 2024.
  3. ^ Grajetzki, Wolfram (2005). Ancient Egyptian queens : a hieroglyphic dictionary. London: Golden House Publications. ISBN 0-9547218-9-6. OCLC 61189103.
  4. ^ Dodson, Aidan; Hilton, Dyan (2004). The complete royal families of Ancient Egypt (Çapa 1. publ). London: Thames & Hudson. ISBN 978-0-500-05128-3.
  5. ^ a b c Dodson, Aidan (27 kanûna paşîn 2016). Monarchs of the Nile. American University in Cairo Press. ISBN 978-977-416-716-4.
  6. ^ Dodson, Aidan (27 kanûna paşîn 2016). Monarchs of the Nile. American University in Cairo Press. ISBN 978-977-416-716-4.
  7. ^ Tyldesley, Joyce A. (1998). Nefertiti: Egypt's sun queen (Çapa 1. publ). London: Viking. ISBN 978-0-670-86998-5.
  8. ^ a b Tyldesley, Joyce A. (1998). Nefertiti: Egypt's sun queen (Çapa 1. publ). London: Viking. ISBN 978-0-670-86998-5.
  9. ^ Redford, Donald B. (1987). Akhenaten, the Heretic King (bi îngilîzî). Princeton University Press. ISBN 978-0-691-00217-0.
  10. ^ Montserrat, Dominic, edîtor (1 çiriya paşîn 2002). Changing Bodies, Changing Meanings. Routledge. ISBN 978-1-134-77886-7.
  11. ^ Murnane, William Joseph; Meltzer, Edmund S. (1995). Texts from the Amarna period in Egypt. Writings from the ancient world. Atlanta, Ga: Scholars Press. ISBN 978-1-55540-965-4.
  12. ^ Dodson, Aidan; Hilton, Dyan (2004). The complete royal families of Ancient Egypt (Çapa 1. publ). London: Thames & Hudson. ISBN 978-0-500-05128-3.
  13. ^ Reeves, Nicholas (2005). Akhenaten: Egypt's false prophet (Çapa 1. Aufl). London: Thames & Hudson. ISBN 978-0-500-28552-7.
  14. ^ Dodson, Aidan, edîtor (2010). Amarna sunset: Nefertiti, Tutankhamun, Ay, Horemheb, and the Egyptian counter-reformation (Çapa Nachdr.). Cairo: American Univ. in Cairo Press. ISBN 978-977-416-304-3.
  15. ^ Seyfried, Friederike (2012). In the light of Amarna: 100 years of the Nefertiti discovery for the Ägyptisches Museum und Papyrussammlung Staatliche Museen zu Berlin [exhibition, Ägyptisches Museum und Papyrussammlung, Staatliche Museen zu Berlin, from December 7, 2012 - April 13, 2013]. Ägyptisches Museum und Papyrussammlung. Berlin: Ägyptisches Museum und Papyrussammlung. ISBN 978-3-86568-848-4.
  16. ^ Perre, Athena Van der. "VAN DER PERRE, A., 'The Year 16 Graffito of Akhenaten in Dayr Abu Hinnis', JEgH 07.01 (2014), 67-108". VAN DER PERRE.
  17. ^ Seyfried, Friederike (2012). In the light of Amarna: 100 years of the Nefertiti discovery for the Ägyptisches Museum und Papyrussammlung Staatliche Museen zu Berlin [exhibition, Ägyptisches Museum und Papyrussammlung, Staatliche Museen zu Berlin, from December 7, 2012 - April 13, 2013]. Ägyptisches Museum und Papyrussammlung. Berlin: Ägyptisches Museum und Papyrussammlung. ISBN 978-3-86568-848-4.
  18. ^ Perre, Athena Van der. "VAN DER PERRE, A., 'The Year 16 Graffito of Akhenaten in Dayr Abu Hinnis', JEgH 07.01 (2014), 67-108". VAN DER PERRE.
  19. ^ Perre, Athena Van der. "VAN DER PERRE, A., 'The Year 16 Graffito of Akhenaten in Dayr Abu Hinnis', JEgH 07.01 (2014), 67-108". VAN DER PERRE.
  20. ^ Murnane, William Joseph; Meltzer, Edmund S. (1995). Texts from the Amarna period in Egypt. Writings from the ancient world. Atlanta, Ga: Scholars Press. ISBN 978-1-55540-965-4.
  21. ^ Kemp, Barry John (2012). The City of Akhenaten and Nefertiti: Amarna and its people. New aspects of antiquity. London: Thames & Hudson. ISBN 978-0-500-05173-3.
  22. ^ Martin, Sean (11 tebax 2015). "Archaeologist believes hidden passageway in tomb of Tutankhamun leads to resting place of Nefertiti". International Business Times UK (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 31 kanûna paşîn 2024.
  23. ^ "Radar Scans in King Tut's Tomb Suggest Hidden Chambers". web.archive.org. 30 çiriya paşîn 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 30 çiriya paşîn 2015. Roja gihiştinê 31 kanûna paşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  24. ^ Sambuelli, Luigi; Comina, Cesare; Catanzariti, Gianluca; Barsuglia, Filippo; Morelli, Gianfranco; Porcelli, Francesco (1 îlon 2019). "The third KV62 radar scan: Searching for hidden chambers adjacent to Tutankhamun's tomb". Journal of Cultural Heritage. 39: 288–296. doi:10.1016/j.culher.2019.04.001. ISSN 1296-2074.
  25. ^ Sambuelli, Luigi; Comina, Cesare; Catanzariti, Gianluca; Barsuglia, Filippo; Morelli, Gianfranco; Porcelli, Francesco (1 îlon 2019). "The third KV62 radar scan: Searching for hidden chambers adjacent to Tutankhamun's tomb". Journal of Cultural Heritage. 39: 288–296. doi:10.1016/j.culher.2019.04.001. ISSN 1296-2074.
  26. ^ Harris, James E.; Wente, Edward F.; Cox, Charles F.; El Nawaway, Ibrahim; Kowalski, Charles J.; Storey, Arthur T.; Russell, William R.; Ponitz, Paul V.; Walker, Geoffrey F. (9 hezîran 1978). "Mummy of the "Elder Lady" in the Tomb of Amenhotep II: Egyptian Museum Catalog Number 61070". Science (bi îngilîzî). 200 (4346): 1149–1151. doi:10.1126/science.349693. ISSN 0036-8075.
  27. ^ "jamanetwork.com". jamanetwork.com. doi:10.1001/jama.2010.121. Roja gihiştinê 31 kanûna paşîn 2024.
  28. ^ "Weekly Column - Dr. Zahi Hawass". web.archive.org. 27 îlon 2007. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 27 îlon 2007. Roja gihiştinê 31 kanûna paşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  29. ^ Ḥawās, Zāhī A.; Saleem, Sahar N.; D'Auria, Sue H. (2016). Scanning the pharaohs: CT imaging of the New Kingdom royal mummies. Cairo New York: the American University in Cairo press. ISBN 978-977-416-673-0.
  30. ^ "jamanetwork.com". jamanetwork.com. doi:10.1001/jama.2010.121. Roja gihiştinê 31 kanûna paşîn 2024.
  31. ^ Ḥawās, Zāhī A.; Saleem, Sahar N.; D'Auria, Sue H. (2016). Scanning the pharaohs: CT imaging of the New Kingdom royal mummies. Cairo New York: the American University in Cairo press. ISBN 978-977-416-673-0.
  32. ^ a b c Güterbock, Hans Gustav (1956). "The Deeds of Suppiluliuma as Told by His Son, Mursili II (Continued)". Journal of Cuneiform Studies (bi îngilîzî). 10 (3): 75–98. doi:10.2307/1359312. ISSN 0022-0256.
  33. ^ Schulman, Alan R. (1979). "Diplomatic Marriage in the Egyptian New Kingdom". Journal of Near Eastern Studies (bi îngilîzî). 38 (3): 177–193. doi:10.1086/372739. ISSN 0022-2968.
  34. ^ Güterbock, Hans Gustav (1956). "The Deeds of Suppiluliuma as Told by His Son, Mursili II". Journal of Cuneiform Studies (bi îngilîzî). 10 (4): 107–130. doi:10.2307/1359585. ISSN 0022-0256.
  35. ^ Lloyd, Alan B. (6 gulan 2010). A Companion to Ancient Egypt (bi îngilîzî). John Wiley & Sons. ISBN 978-1-4443-2006-0.
  36. ^ Darnell, John Coleman; Manassa, Colleen (3 tebax 2007). Tutankhamun's Armies: Battle and Conquest During Ancient Egypt's Late Eighteenth Dynasty (bi îngilîzî). John Wiley & Sons. ISBN 978-0-471-74358-3.
  37. ^ Matthews, Roger; Roemer, Cornelia (16 îlon 2016). Ancient Perspectives on Egypt (bi îngilîzî). Routledge. ISBN 978-1-315-43491-9.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]