Nicholas Sparks
Nicholas Sparks | |
---|---|
Navê rastî | Nicholas Sparks |
Jidayikbûn | 31ê kanûna pêşîn a 1965an (58 salî) Omaha, Nebraska, United States |
Pîşe | Romannivîs, Sînaryonivîs û Xêrxwaz |
biguhêre |
Nicholas Charles Sparks (jdb 31ê kanûna pêşîn 1965an) romannivîs, senaryonivîs û xêrxwazekî amerîkî ye. Wî bîst û sê roman û du kitêbên ne-xeyalî belav kirine, hindek ji wan bûne firotîtirîn kitêbên The New York Times, ji 115 milyon kopiyan zêdetir bi zêdetirî 50 zimanan li seranserê cîhanê hatine firotin.
Yazdeh romanên wî bûne film, wekî Hilbijartî, Dirêjtirîn Rêvingî, Baştirînê Min, Behişta Parastî (li dû hemî xebata wî wekî berhemîner), Ê Bextewer, Name di Bitlekî da, Meşiyanek ji bo Bîranînê, Şevên Rodantê, Conê Xweşevî, Stirana Dawiyê û Defterê.
Nicholas li Karolînaya Bakurî dijî ku wî li wê derê pişkdarî di çend çalakiyekên xêrxwaziyê yên navxweyî û neteweyî da kiriye. Wî her wisa ew dever wekî cihê qewimînên romanên xwe jî bi kar aniye. di sala 2011ê de wî Dezgeha Nicholas Sparks vekir, ku rêkxistineke qazancnexwaz a pabend e ji bo pêşxistina fehimandina çandî û navneteweyî bi rêya serborên cîhanî yên perwerandinê ji bo hemî qonaxên xwandinê.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |