Here naverokê

Nirxa pH

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
nirxên pH yên hin madeyan

pH, (bi îngilîzî: potentional of Hydrogen), konsantrasyona îyonên hîdrojenê îfade dike. Nirxa pHê pîvanek e ku ji bo asîd û bazan ji hev biqetîne û hêza wan bê pîvan tê bikaranîn. Skalaya pHê, ji 0ê dest pê dike û digihîje 14an. Nirxa navîn ku 7 e, notr e. Ava zelal xwedîyê nirxa pHê ya notr e, pHa xwînê 7,4 û ya ava deryayê 8 û ya sodaya kostîk jî 14 e.