Numîzmatîk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Berhevkar û dilxwazên pereyên madenî li pêşangeheke ku ji hêla Civata Numîzmatîk a Kalkuttayê ve hatiye organîzekirin, Kolkata, Bengala Rojava.

Numîzmatîk lêkolîn an berhevkirina pereyan e ku di nava xwe de pereyên madenî û yên kaxezê, madalya û tiştên têkildar jî dihewîne.

Pisporên ku wekî numîzmatîst tên zanîn bi gelemperî wekî xwendevan an berhevkarên pereyan tên karekterîzekirin, lê belê dîsîplîn di heman demê de lêkolîna berfireh a pereyan û awayên deyndayînê yên din yên ku ji bo çareserkirina deyn û pevguhartina tiştan tên bikaranîn jî dihewîne.

Formên pereyê yên herî kevn ên ku ji hêla mirovan ve hatine bikaranîn ji aliyê numîzmatîkê û berhevkaran ve tên kategorîzekirin, lê tiştên ku di pevguhartinê de hatine bikaranîn nayên kategorîzekirin. Wek nimûne, gelê qirgiz wek yekîneya pereyê ya sereke hesp bi kar dianîn, û çermê berxan mîna pereyên mayîn/hûr didan;[1] dibe ku ew çermên berxan ji bo lêkolîna numîzmatîkê guncav bin, lê hesp ne guncav in. Gelek tişt mîna qalikên heywanan, metalên hêja, libên kakaoyê, kevirên mezin û cewheran bi sedsalan wek yekîneya pereyê hatine bikaranîn.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Glyn Davies (1996). Chronology of Money 1900 — 1919. ISBN 978-0-7083-1351-0. Ji orîjînalê di 14 tîrmeh 2006 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 9 tebax 2006.