Oremarî
Oramarî ( ئورەماری ) Horamarî eşîreke kurd e. Konfederasyona eşîreta oremarî ji eşîrên Mefî û Lemdînî û 12 qûbîlan pêk tê. Eşîra oremari li herêma Oremar, li derdorê devera Oremar û Geverê ya Colemêrgê dijîn.
Oremari li sê pârçâyên Kurdistanê djin li Bakurê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê li Rojhelata Kurdistânê eşîrâ Oremari li sâlên 1915 ta 2026 eşîra Oremarî ji 112 gund û gundikan pêkhatibû.
Oremarî li Kurdistanê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Oremariyên Bakurê Kurdistanê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Oramarî li bajarên Colemêrg, Gever, Çelê, Şemzînan, Wan, Şirnex, Silopî û Stembolê dijîn. Tê texmînkirin ku hejmara wan li Bakurê Kurdistanê ji 450 hezar kesî derbas kiriye.
Oremariyên Başûrê Kurdistanê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Piştî ku di sala 1926an de sînor hatin danîn, 20 hezar Oremarî li Başûrê Kurdistanê akincî bûn. Ew li bajarên Şêladizê, Dihok, Mûsil, Şêxan, Hewlêr û Soranê dijîn. Hejmara wan li wir ji 40 hezarî derbas kiriye.[çavkanî hewce ye]
Oremariyên Rojhilata Kurdistanê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Oremarî li bajarê Urmiyeyê û li dordora wê dijîn; wek mînak li Sîlwan, Rajan û Barandûzê. Tê texmînkirin ku li Rojhilata Kurdistanê kêm-zêde 15-25 hezar oremarî dijîn.[çavkanî hewce ye]
Dabeşkirina konfederasyona Eşîra Oremarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Eşira Mefî
- • Mala Şaqûlî
- • Mala Meyterî
- • Mala Kemalî
- • Mala Qerexanî
- • Mala Mîrxanî
- • Mala Mefî
- Eşira Lemdînî
- • Mala Mîre
- • Mala Mijdînî
- • Mala Mengelanî
- • Mala Baranî
- • Mala Melayî
- • Mala Mam Axayî[çavkanî hewce ye]