Pênckevirk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Pênckevirk, yek ji cureyên leyîstikên zarokên Kurd e.

Wekî ji navê wê tê fêhmkirin, bi pênc keviran tê leyîstin. Leyîstikvan bihusta xwe vedike û pênc kevirên gilover li ber radixîne. Yek ji keviran difirîne jor û beî dubarekirin, di yek ceribandinê de kevira ku firandibû diqefilîne û bi yek lêdanê kevirekê ji yên din di bin bihusta xwe re derbasdike. Bêî çewtî û dubarekirin vê yekê bo derbaskirina hemî keviran diceribîne. Heger biserket, mafê wê heye carekê din bileyîze yan jî ew ê bibe "mastxur".