Pîçik

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

PÎÇIK

Ev xwarineke pir kevn ya Kurdan e. Dema Kutilk têne çêkirin, pê re Pîçik jî têne çêkirin. Çêkirina Pîçikan, tenê hûrikê savar e, çewa ku ev hûrik ji Kutilkan re tê nermijandin, ji bo pîçikan jî eynî wisa tê nermijandin. Piştre girêkek ji wî hûrikê ku hatiye nermijandin hiltînin, bi destan pehn dikin û hinek qalind çêdikin, pehnîtiya wê bi qederê groveriya tebeqa binê şûşa çayê çêdibe. Piştre di nava avê de dikelînin, lê kela avê ne gur herwekî mîna ya kutilkan nermik dikele. Bi qederê 20 deqe kelandin didomîne, piştre bi kefgîrê ji nava ava kelandin derdixin û dixin teştikekê. Ji bo her yekî çend lib dixin teyfikekê û rûnê qijilandî lê dikin. Hin caran sîr diperçiqînin û bi hindik avê re dixin nava rûn û li pîçikan dikin.

Cûreyekî Pîçikan a din jî, ev e: Piştî ku Pîçik di nava avê de pijiyan, çend hêk dişkênin û bera teyfikekê didin, li hev dixin û pîçikan yeko yeko têdadikin û di tawê de bi rûn diqelînin, hêj dixwin. Ev cûre xwarineke meqbûl e.