Pîr Şaliyar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pîr Şaliyar
  • Bûyer Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Pîr Şaliyar, Pîr Şalyar yan jî Pîr Şalî Yar[çavkanî hewce ye] zanayekî zerdeştî bû ku sedsala 11an de li herêma Hewreman a Rojhilata Kurdistanê jiyaye.[1] Pîr Şaliyar, bi derman kirina keça Qeralê Buxarayê, Şah Bahar Xatûn û piştê ku keçik baş dibe qeral ew keçike bi Pîr Şalîyar re dizewicîne, tê zanîn.[2]

Jiyana Pîr Şaliyar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pîr Şaliyar zanayekî zerdeştî bû ku di sedsala 11an de li Hewramanê jiyan kiriye. Qeralê Buxarayê keça xwe ya bedew Şah Bahar Xatûn, di axaftin û bihîstinê de zehmetiye dikişand ji bo dermankirinê dişîne ba Pîr Şaliyar.[3] Dema ku qeral keçike tîne ba Pîr Şaliyar, jêr dibêje "Eger ku tu vî keçê baş bikî ezê jibo zewaca te û keçike destûrê bidim" Piştî dermankirineke dirêj keçik baş dibe û qeral li li ser soza xwe keça xwe dide ku bi Şaliyar re bizewice.[4] Piştî ku qeral keçik da Pîr Şaliyar, jiber ku Pîr Şaliyar di jiyaneke tinetiyê de dijî û nikare merasîma daweta xwe bike. Piştî ku gelê herêma Hewremanê bi vî yekê dihese, gel ji bo daweta Pîr Şaliyar di navbera xwe de alîkariyek mezin lidardixe. Bi vî alikariya gelê herêmê merasîma daweta Pîr Şalîyar û Şah Bahar Xatûn tê lidarxistin û herdu dizewicin.[5]

Şahiya daweta wî di roja îro de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pîr Şaliyar ji aliyê kurdên hewramanî ve bi hezar salan e ku tê bi bîranîn û şahiya daweta wî ji aliyê kurdên herêmê ve her sal tê dûbarekirin.[6] Şahî di meha Rebendan a salnameya kurdî de tê bibîranîn ku li gorî salnameya mîladî di navbera 21ê Çile û 20ê Sibatê de ye.[7] Di 10ê roja meha Rebendanê de jî şahiya daweta Pîr Şaliyar tê lidarxistin. Şahiya daweta Pîr Şalîyar li ber mala wî ya ku hêj jî li ser textê Ûramanê ye û pîroz tê dîtin, tê vejandin.[8]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Hewraman; Pir Şaliyar Merasimi – PostSeyyah" (bi tirkî). Roja gihiştinê 27 kanûna pêşîn 2021.
  2. ^ "Hewraman; Pir Şaliyar Merasimi – PostSeyyah" (bi tirkî). Roja gihiştinê 27 kanûna pêşîn 2021.
  3. ^ Özalp, Ayşegül Parlayan. "İran: Gorani Kürtleri, Pirler'in Düğünü – Atlas" (bi tirkî). Roja gihiştinê 27 kanûna pêşîn 2021.
  4. ^ Özalp, Ayşegül Parlayan. "İran: Gorani Kürtleri, Pirler'in Düğünü – Atlas" (bi tirkî). Roja gihiştinê 27 kanûna pêşîn 2021.
  5. ^ Özalp, Ayşegül Parlayan. "İran: Gorani Kürtleri, Pirler'in Düğünü – Atlas" (bi tirkî). Roja gihiştinê 27 kanûna pêşîn 2021.
  6. ^ "Pîr şalîyar". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 27 kanûna pêşîn 2021.
  7. ^ "Pîr Şalîyar". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 27 kanûna pêşîn 2021.
  8. ^ "Pîr Şalîyar". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 27 kanûna pêşîn 2021.