Pîr (êzîdî)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Pîr di ola êzîdiyan de piştî şêxan tên.

Pîr berî Şêxên nav Ezîdiyan û berî Şêx Adî Kurê Musafirê rêberên ola êzîdiyan bûn. Pîr di reha binatî de ji malbata şêxan in an ji kurên Şêx Adî ne. Lê di parkirina kar û xebatên olê de hinek şêx û hinek jî pîr hatine nasîn. Herçî pîr in, di bin destên şêxan de ne û di nav xelkê de arîkar û şûngirtê şêx tên. Pîrîtî jî wek şêxîtiyê ji bavê digehê kur û yek ji pîran nikare derî pîran bizewicê. Pîrek nikare keça êzdîyekî nepîr bixwaze, an keça xwe bidê. Ji pîrekî re keça pîrekî divê. Debara pîran li ser dayîna ku xelk didê şêxan e. Ji vê dayîna han du par ê şêx, yek jî a pîr e.

Naskirina Navê Pîr = Kal, Mezin, Rêber, Zana.