Xana Omerxalî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Xanna Omerxalî hat beralîkirin)
Xana Omerxalî
Jidayikbûn15 adar 1981 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîRûsya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Saint Petersburg State University Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Xana Omerxalî Usoyan (bi tîpguhêziya inglîzî Khanna Omarkhali , z. 1981 Rewan, Ermenistan) nivîskareke kurda êzdî ye ku di sala 1981ê li paytexta Ermenistanê, bajarê Rewanê ji dayik bûye.

Nivîskar kurda êzdî ye, ji mala Pîrên Omerxalî tê. Sala 2002ê Zanîngeha Sankt-Pêtêrsbûrg ya Dewletî Zanîngeha Rojhilatnasiyê beşa zimannasiyê ya îrannasî û kurdnasiyê temam kir (BA)[Çi ye?] û di sala 2004ê de destûrname magîster (MA) stand. Piştî MAyê hate pejirandin ji bo Fakûlteya Rojhilatnasiya wê Zanîngehê ku nivîsandina doktora xwe li ser dînê êzdiyan (Ph.D.), di sala 2006ê de li Fakûlteya Felsefe û Siyasî li beşa Dînnasiyê de qedandiye. Semîner li ser dînê êzdîyên çêkirine û beşdarî gelek konferansên zanistî bûye. Xanna Omerxalî di salên 2005-2007an de li Zanîngeha Georg August ya Göttingenê (Georg-August Universität Göttingen) li ser zimanê kurdî û her wisa jî li ser Zimanê Qewlên Êzdiyan ders dide. Nêzîkî 20 gotarên zanistî derheqê bîr û baweriya dînê êzdiyatiyê de bi zimanê rûsî, inglîzî û kurdî nivîsîne. Pirtûka wê bi navê Êzdiyatî, ji kûrahiya hezarsalan” (Sankt-Petersbûrg, 2005) bi rûsî çap bûye[çavkanî hewce ye].

Berhemên wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]