Partiya Sosyalîzma Demokrat

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji PDS hat beralîkirin)
Partiya Sosyalîzma Demokrat
Partei des Demokratischen Sozialismus Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Partiya siyasî li Almanyayê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Sozialistische Einheitspartei Deutschlands – Partei des Demokratischen Sozialismus (SED-PDS) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Logoya Partiya Sosyalîzma Demokrat
DewletAlmanya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 16 kanûna pêşîn 1989 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Serok
Cihê baregehê
  • Karl-Liebknecht-Haus Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hj. endaman
  • 280.882 (1990) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rengê fermîSor Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Îdeolojiya siyasîSosyalîzma demokratîk Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Partiya Sosyalizma Demokrat - PDS (bi almanî: Partei des Demokratischen Sozialismus) partiyeke siyasî li Almanyayê ye. Partî niha piştî hevkarî û yekbûna bi partiya WASG re, bi navê Partiya Çepgir (bi almanî: Linkspartei) tê binavkirin. Herwekî navê PDS (Partei des Demokratischen Sozialismus) jî tê bikaranîn.

Bingêha vê partiyê ji Partiya Yekîtiyê ya sosylîst a Almanyayê - SED (Sozialistischen Einheitspartei Deutschlands) a Almanyaya Rojhilatê ya berê (DDR) tê. Wekî tê zanîn herdu dewletên alman di sala 1989an de dibin yek. Heya 4ê sibata 1990an wekî SED-PDS tê binavkirin. Di kongreya xwe ya 9em de (17ê tîrmeha 2005an) bi partiya Xebat-Dadmendiya Sosyal Alternatîva Hilbijartînê (WASG) re yekîtiye çêdike û bi navê Partiya Çepgîr dikeve hilbijartinan.

Partiya Çepgîr bi riyên rewa û parlamantarîzmê li avakirina civakeke sosyalîst digere. Pirsgîrêkên di rojevê de ne bi zanîstiya sosyalîzmê şîrove dike. Nizmkirina bacê, parastina sirûştê, rakirina mecbûriyeta leşkerîkirinê, dadgeriya global, parastina destkeftiyên hemwelatiyan, polîtîkayeke mirovane ya hindikahiyan, rakirina cûdatiya di navbera federedewletên Almanyayê, lêgera perwerde û tenduristiya bêdirav hwd proje û daxwazên vê partiyê ne.

Vê partiyê gelek caran dostaniya xwe ya ligel têkoşîna gelê Kurdistanê jî nîşan daye. Di hilbijartinên dawî de wekî oposîsyon di parlamana Almayayê de cihê xwe girtiye.